ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Demir Konê Sersaxiyê hate vedan
Ji bo Rûken Demir (Rûken Serpîl)a li herema Basta ya Şirnexê di şer de şehîd ketibû, konê sersaxiyê hate vedan. -
Ji bo Şamoyev li Moskowê bîranîn
Ji bo Serokê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd û Endamê KNK’ê Şamoyev li Moskowê aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin. -
Li dijî êrîşên qirkirina siyasî li Hannoverê çalakî
Li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk bi ser gelê Kurd de tîne, li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin. -
Wê sibehê li Stenbolê mîtînga ‘Em ê teslîm nebin’ bê lidarxistin
Li Stenbolê wê sibehê kedkar berê xwe bidin Kartalê û peyama “Em ê teslîm nebin” bidin desthilatdariya AKP/Qesrê. -
Ferho: Erdogan berpirsê êrîşa li Brukselê ye
Serokê Enstîtuya Kurd a Brukselê Ferho têkîldarî êrîşa faşîstên Tirk a li dijî Enstîtuyê axivî, diyar kir ku berpirsê êrîşê Erdogan e, banga wezîfeyê li rayedarên Ewropî kir. -
’Mikurhatinên sîxûrekî’
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka xebatên sîxurî yên Tirkiyê yên li Ewropayê radixe ber çavan. -
TRT’ê, dema li NATOPA’yê wekîlê HDP’î axivî weşan qut kir
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di Civîna Parlamenterên NATO’yê (NATOPA) de girtina wekîlên HDP’î û bi qeyûman dagirkirina şaredariyan parast. Dema Wekîlê HDP’î Ziya Pîr ji Bozdag re got “hûn derewan dikin”, TRT’ê weşana zindî qut kir. -
HDP: Li Şîrwanê hêrsa karê û AKP’ê qetil kir
HDP’ê têkîldarî qetlîama karkeran a li Şîrwana Sêrtê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku feraseta aborî ya hêrsa karê û AKP’ê ev qetlîam bi yekdestî pêk anîne. HDP’ê xwest ku xebitandina taşeronan û bêgarantî derhal bê qedexekirin. -
Ji Til Semenê dîmen
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, ketin bajarokê Til Semen ê 26 kîlometreyan li bakurê Reqayê ye û girîngiyek wê ya stratejîk heye. Ji Til Semenê ev dîmen hatin girtin. -
Li Swîsreyê nîqaşên tundiyê û hevjiyana azad
Li bajarên Swîsreyê di panêlan de ji bo salvgera 25’ê Mijjdarê hatibûn dayin, mijarên zayendiya civakî, tundî û hevjiyana azad hatin nîqaşkirin. -
Hilbijartiyên Fransî li dijî êrîşên li ser HDP û DBP’ê nerazîbûn nîşan dan
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya ku faşîzma AKP/Qesrê li dijî hilbijartiyên gelê Kurd dimeşîne, li gelek welatên Ewropayê kampanyayên ku şaredar, parlamenter û senatoran daye destpêkirin didome. -
Li dijî faşîzma AKP’ê nimêja înê ya sivîl
Kurdistaniyan li dijî faşîzma AKP’ê li paytexta Elmanya Berlînê û Essen û Hambûrgê nimêja înê ya sivîl kirin. Piştî nimêjan, hat destnîşankirin ku olê Îslamê li dijî zilma zaliman fermana alîgirtiya bindestan dide. -
‘Dosyaya dozê’ ya pirtûka qedexe gihaşt ber xwendekarê xwe
Dosyaya doza pirtûkên ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ û ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava” ku biryara berhevkirina wan hatibû dayin, gihaşt ber destê xwendekaran. -
‘Pêvajoya gavên nû û xurt in’
Rêveberê PEN-Kurd Oremar: Erdogan ji qederên reş ên dîktatorên li Rojhilata Navîn encam negirtiye. Ew bi israr hewl dide vebêje ku bi xwe hêzek li ser qanûnan e û bi vê boneyê jî difikire ku dikare tevahî daxwazên xwe yên derveyî qanûnan pêk bîne. -
Kêliyên ku şervanên Xezaba Firatê dikevin Til Semenê
Şervanên Xezeba Firatê ketin bajaorkê Til Semenê ku xwedî girîngiyek stratejîk e. Vîdeoyeke ku dema şervan dikevin bajarok hatî kişandin ji hêla ANHA’yê hat weşandin. -
AKP’ê dest bi memûrên CHP’î jî kir
Dûrxistina memûran a piştî Rewşa Awarte bi memûrên CHP’î dewam dike. -
Salona xirabûyî tê tamîrkirin!
Salona Dawetê ya Can Dost a aîdî Mala Cem a Yamanlarê, ku piştî destwerdana polîsên Tirk beşek wê hilweşiyabû, ji hêla komek Elewiyan dîsa tê tamîrkirin. -
Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê jî hat mohrkirin
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de deriyê Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê hat mohrkirin. -
Gundê Suls Xinêzê rizgar bû, Til-Semin jî tê paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Suls Xinêz rizgar kirin û ketin gundê Til-Semin. -
Sibehê li Mulhous wê çalakiyeke navendî were lidarxistin
Li bajarê Mulhous a herêma Alsace ya Fransayê ji bo şermezarkirina polîtîkayên qirkirina siyasî ya ku AKP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne, wê sibehê mîtîngek mezin were lidarxistin. -
Di kampanya FIJ’ê de 7 hezar îmze hatin berhevkirin
FIJ a ku li 140 welatî 600 hezar endamê wê hene, bi armanca destekdayina rojnamegerên Kurd û Tirk kampanyak da destpêkirin. Hate ragihandin ku hedefa kampanyayê 10 hezar îmze ne û heta niha 7 hezar hatine komkirin. -
Di Serokwezîrtiya Bavyera de Faşîzma AKP’ê hat gotûbêjkirin
Komuna Jinê ya Sara bi rayedarên Serokwezîrtiya Bavyera re têkîldarî faşîzma AKP’ê axivî. -
Polîsên Tirk avêtin ser Navenda Çandê ya Îdîlê: 10 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku polîsên Tirk avêtine ser Navenda Çandê ya Îdîlê û tevî hunermendên Grup Yorûm, 10 kes binçav kirine. -
AKP’ê parlamenterên Awûstûryayî jî asteng kir!
Parlamenterên Awûstûryayê yên xwestin ku ji bo HDP’iyên girtî li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyê bidin ji hêla jendermeyên Tirk ve hatin astengkirin. Parlamenteran li otorêyê daxuyanî dan, xwestin ku li dijî Tirkiyeyê dankirin bikevin meriyetê. -
HDP’ê ji bo mîtînga ‘Em ê teslîm nebin’ banga tevlîbûnê kir
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê ji bo mîtînga ku wê 20’ê Mijdarê bi şîara ‘Em ê teslîm nebin’ bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.