Bang li Qralîçeya Swêdê Sîlvîa hat kirin ji bo têkiliya bi rejîma AKP'ê re bibire

10 rojnamevan-nivîskar, şanoger, derhêner û hiqûqnasên Kurdistanî û Tirkiyeyî bang li Qralîçeya Swêdê Sîlvîa kirin ku hevkariya bi Tirkiyeyê re bide qedandin.

Ev bang, ji ber Festîvala Fîlmên Tirk a ku Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê li Stockholmê lidar bixe, hat kirin. Festîvala fîlm wê di 26-27'ê Mijdarê de li Sînema Rîgoletto ya li navenda bajarê Stokcholmê bê lidarxistin.

Hatineyên vê festîvalê 'wê ji bo alîkariya ji zarokên mexdûr û xizan re' ji Weqfa Qralîçe Sîlvîa re bê dayîn.

Di demekê de ku hikûmeta AKP'ê ji bo destavêtina li zarokan rewa bike û kiryaran efû bike qanûnê li parlamentê amade dike, daxuyaniya 'wê Sefaretxaneya Bilind hatineya ji festîvalê bide Weqfa Qralîçe Sîlvîa' rê li ber nerazîbûnê vekir.

Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî di rojnameya Expressen a Swêdê de, qala pêşnûme qanûna AKP'ê ya rewakirina destavêtina li zarokan, kir.

Baksî destnîşan kir, ku rejîma AKP'ê ji bo sûcên xwe yên li dijî zarokan binixumîne, wê hatineya festîvala fîlman a li Stockholmê bide Weqfa Qralîçe Sîlvîya û ji weqfê xwest, ku pereyê ji Sefaretxaneya Bilind bê şandin, qebûl neke.

Li malpera Nyheter24 jî, ku yek ji malperên Swêdê ye herî zêde tê şopandin, 10 rojnamevan-nivîskar, derhêner, hunermendên şano û hiqûqnasan, bang li Qralîçeya Swêdê Sîlvîya kir, hevkariya bi rejîma Tirk re biqedîne.

Kurdo Baksî Ylva Martens, Khazer Fatemî, Tommy Schonstedt, Kemal Gorgu, Dana Maroûf, Rojda Şekersoz, Mûrat Kûseyrî, Volkan Yeşîl û Serpîl Înanç mora xwe danîn bi vê vê nameya bangawaziyê.