Operasyonên qirkirina siyasî li Hannoverê hat protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî îradeya gelê Kurd pêk tê bi meşekê hat protestokirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî îradeya gelê Kurd pêk tê bi meşekê hat protestokirin.
Meş a ku li Qada Seintor destpê kir, li cadeyên herî qelebalix ên bajêr pêk hat. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî meşê bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HDP, PYD, YPG, YPJ’ê rakirin.
Meş a ku dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Faşîst Erdogan” jê bilind bûn, bi mîtîngê dewam kir. Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM’ê danezanên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.
Rêveberê NAV-DEM’ê Abdûllah Efe axivî, diyar kir ku êrîşên li ser şaredariyên gelê Kurd asta ku faşîzma AKP û Erdogan gihiştiyê nîşan dide.
Efe, li dijî vê zihniyeta faşîst banga berxwedana bênavber kir, anî ziman ku divê heta dawî xwedîderketina li îradeyê hebe.
Mîtîng bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.