Gundê Orta xirab, Selamye û Memîre yên Mûsilê hatin rizgarkirin

Fermandariya Operasyona Kontrolkirina Mûsil di operasyona rizgarkirina Mûsilê de 3 gundên din ên dikevin Bakûr û Başûrê rizgar kirine.

Operasyona artêşa Iraqê ya rizgarkirina bajarê Mûsilê dewam dike, îro 3 gundên bi navê gundên Orta Xirab, Selamye û Hemîre hatin rizgarkirin.

Fermandarê Operasyona Kontrolkirina Mûsilê Ebdulemîr Yarela ragihand ku gundê Orta Xirab yê li eniya Bakurê Mûsilê ji aliyê Tûgaya 16'emîn a artêşa Iraqê ve hat rizgarkirin.

Ebdulemîr Yarela diyar kir ku gundê Selamye yê dikeve Bakurê eniya Zap û Başûrê Mûsilê, ji aliyê artêşa Iraqê ve û gundê Hemîre yê dikeve Bakurê Selamye jî hat rizgarkirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17'ê Cotmehê de destpê kiribû, pêşdaçûna artêşa Iraqê didome.