Nîşaneya krîza aborî: Mûçe nikarin bên dayîn
Ji ber polîtîkayên hikûmetê, Tirkiye dikeve nava krîzeke mezin a aboriyê. Nîşaneyên destpêkê yên vê krîzê der bûn. Mûçeyê ku dewlet dide extiyaran, ev demeke dirêj e ji hezaran kesî re nayê dayîn.
Ji ber polîtîkayên hikûmetê, Tirkiye dikeve nava krîzeke mezin a aboriyê. Nîşaneyên destpêkê yên vê krîzê der bûn. Mûçeyê ku dewlet dide extiyaran, ev demeke dirêj e ji hezaran kesî re nayê dayîn.
Desthilatdariya AKP'ê ku beşeke mezin a budçeyê ji şer re veqetandiye, ji aliyê aborî ve hildiweşe. Qîmetê lîreyê Tirk li pêşberî hemû pereyê cîhanê kêm dibe. Qîmetê Dolar û Euro her roj zêde dibe. Tirkiye, ku deynê xwe yê derve qat bi qat zêde dibe, dikandarên biçûk dikanên xwe digirin û îxracata xwe jî li ber qedandinê ye, kêm ma ye bikeve nava krîzeke mezin a aboriyê. Hikûmet ji bo bazarên nû ji xwe re veke berê xwe dide Asya Navîn, lê nikare pêşî li rêveçûna heyî bigire. Yek ji nîşaneyên hatina krîzê, xwe di mûçeyên extiyaran de nîşan da. 650 TL mûçeya ku dewlet 3 mehan carekê dide xizanên zêdeyî 65 salî û astengdaran, ev demeke bi rêk û pêk nayê dayîn. Dewleta ku nikare vî mûçeyê kêm jî bide, extiyaran mexdûr dike.
MÛXATAB NÎNE
Gelek kes nikarin vî mûçeyî bigire. Li wezneyan jî ji wan re dibêjin, 'Hinekî din îdare bikin, wê çend rojan dereng bikeve'. Eşref Sezen ê 70 salî yê li navçeya Hezo ya Êlihê dijî da xuyakirin, ku mûçeyê extiyariyê diviyabû meha bihurî jê re bihata dayîn, lê hê nehatiye dayîn. Sezen diyar kir, ji wan re li ser vê mijarê tiştek nehatiye gotin û wiha axivî: "Em kesekî nabînin ku pê re li ser mijarê baxifin û li mafê xwe bigerin. 3 mehan carekê 3 quriş pere didin. Hesab dikin ku berdêla krîza aboriyê bi me bidin dayîn. Ji dewletê heye ku bi vê yekê wê karibe deynê xwe biqedîne. Lê xwe dixapîne. Hingî dewlet firotin, dewlet qedandin."
Sezen xwest, mafê wan bê dayîn û ji dewletê xwest, daxuyaniyekê bide. Sezen got, "Mûçe daye çend kesên li derdora me. Çima yê me nadin? Di bêrîka min de qurişek pere nîne."
'DIXWAZIN BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKIN'
Nafiye Tûnç (72) ku rewşa wê bi heman rengî ye, dibêje ew jî nikare mûçeyê xwe bigire. Tûnç a ku nexweş e, pêwîstiya wê bi vî pereyî heye. Tûnç got, "Mûçeyê min ê 3 mehan çima nadin? Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Ez extiyar im, canekî min heye, bila werin vî canî jî ji min bigirin. Bila me bi vî rengî rezîl nekin."