Rêxistina Efûyê li dijî girtina komeleyan dest bi kampanyayê kir
Rêxistina Efûyê li dijî girtina 370 komeleyên li Tirkiyeyê dest bi kampanyayê kir. Rêxistinê xwest, biryara girtinê derhal bê betalkirin û bes zext li mûxalîfan were kirin.
Rêxistina Efûyê li dijî girtina 370 komeleyên li Tirkiyeyê dest bi kampanyayê kir. Rêxistinê xwest, biryara girtinê derhal bê betalkirin û bes zext li mûxalîfan were kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Wezareta Karên Hundir a Tirk biryara xwe ya girtina 370 komeleyan betal bike, dest bi kampanyayê kir.
Di çarçoveya kampanya 'Çalakiya Lezgîn' de rêxistinê bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Mûstafa Yeneroglû kir, ku dest ji van pêkanînên xwe berdin.
Di metna kampanyayê de hat gotin, "Ev pêkanîn di Rewşa Awarte de jî rewa nîne. Mafên azadiya raman û rêxistinbûnê tên binpêkirin."
Rêxistinê bang li hikûmetê kir, ku bi hinceta Rewşa Awarte bes dengê mûxalîfan bibire.
Di dewama metna kampanyayê de ji hikûmeta Tirk hat xwestin, ku rêyên hiqûqî vekirî bihêle, hurmetê nîşanî mafên mirovan bide.