ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di şerê dijî Kurdan de, di mehekê de 837 mîlyon hat mezaxtin!
AKP/Qesr li dijî Kurdan ku dike û nake nikare Kurdan radest bigire, mohra xwe li bin mezaxtinên rekor dixe. -
'Sir' a eşkere ya dewletê: Komkujiya Mereşê
Êrîşên dewleta Tirk ên li Mereşê di 19'ê Kanûna 1978'an de bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî da destpêkirin, hefteyekê bênavber dewam dikir. Ev komkujî heta 26'ê Kanûnê dewam kir. -
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji aliyê malbatên şehîdan ve tê girtin
Nobeda azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, di hefteya 234. de ye. Nobeda vê hefteyê ji aliyê dayikên şehîdan ve tê girtin. -
6 hezar 400 kes ji Helebê hatin derxistin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku di nava 24 saetên dawî de 6 hezar kes ji rojhilatê Helebê hatine derxistin, ku 3 hezar ji wan 'mûxalîf' ên çekdar in. -
Li Ewropayê nerazîbûna li meleyên sîxur ên AKP'ê zêde dibe
Hikûmeta AKP'ê, di bin navê 'mele' yan jî 'wezîfedarê olî' de li gelek welatên Ewropayê karê sîxuriyê dimeşîne. Nerazîbûna li vî karê AKP'ê, li gelek welatên Ewropayê zêde dibe. -
Ji bo kongreya Ciwanên Azad banga tevlîbûnê hate kirin
Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî polîtîkayên komkujî û tecrîdê yên AKP'ê, bang li ciwanan kir ku beşdarî Kongreya 3. a Ciwanên Azad bibin. Kongre wê roja 17'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin. -
Ok: Hevkariya AKP û MHP'ê li ser dijminatiya li Kurdan û li Ocalan e
Ok: Li hemû welatên demokratîk, zarok bi nirxên azadî û demokratîk tên perwerdekirin, lê li Tirkiyeyê bi benê sêdarê wêneyên wan tê kişandin. Rûyê rast ê Erdogan ev e. -
Li dijî avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî
Li dijî avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî pêk hat. -
Bi sedan zarok û jinên ku li Helebê asê mabûn hatin vegûhestin
Piştî çeteyên ku ji aliyê Tirkiye û Siûdî ve dihatin piştgirîkirin li Helebê windakirin û şûn de, agirbesta ku duh cara duyemîn hate îlankirin îro kete meryetê, bi sedan zarok, jin û birîndarên ku li rojhilatê bajêr asê mabûn hatin veguhestin. -
Li Elmanyayê ji koma Rockciyan binçavkirin
Li Elmanyayê li dijî koma bi navê Osmaniyan a Elmanyayê ku têkiliyên wan bi MÎT’ê re derketibûn holê operasyonek hate lidarxistin, li Gelsenkîrchenê jî ji koma Kurd a bi navê Bahoz henek kes hatin binçavkirin. -
MŞD’ê Cejna Êzî pîroz kir
MŞD’ê bi daxuyaniek nivîskî Cejna Êzî pîroz kir û got: “Cejna vê salê bibe boneya azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û xweseriya demokratîk a li Şengalê. -
PHKÊ: Cejna Êzî li civaka Êzdî û hemû gelên Kurdistan piroz be
Plaftorma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), bi boneya Cejna Êzî peyamek şand û cejin li hemû gelan pîroz kir. -
AKP dest danî ser paketên alîkariyê yên ji bo Êzidiyan hatibû amadekirin
Hikûmet AKP’ê, dest danî ser paketên alîkariyê yên li Bakurê Klurdistanê ku bi boneya Cejna Êzî ya Êzidiyan hatibû amadekirin. -
Li Rotterdamê ji bo zarokên Kobanê akivîteya piştgiriyê
Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Jinên Azad a li Rojava li bajarê Rotterdam a Hollandayê ji bo zarokên ku dayîk û bavên xwe winda kirine aktivîteya piştgiriyê li dar xistin. -
Gundên Ebu Xoya û Cabir ên li bakurê Reqayê hatin azadkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê, gundên Ebu Xoya û Cabir ên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, rizgar kirin. -
DMME ji bo serlêdanên Cizîr û Sûrê ji hikûmetê Tirk nêrîna nivîskî xwest
DMME, têkîldarî giliyên li dijî sepanînên girêdayî qedexeyên kolanan ku ji Tebaxa 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê didomin, biryar da ku hikûmeta Tirk nêrîna nivîskî pêşkêş bike. -
KCDK-E: Beşdariyeke xurt ji çalakiyên 17’ê Kanûnê re pêk bînin
KCDK-E, li dijî qirkirina siyasî û planên qirêj ên AKP’ê Qesrê ya li ser Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir. KCDK-E diyar kir ku divê bi awayekî pir xurt beşdarî çalakiyên ku 17’ê Kanûnê wê bên lidarxistin bibin. -
Meclîsa Leşkerî ya Babê: Em ê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Babê, diyar kir ku wê herêma Babê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij bikin, bang li gelên herêmê kir ku piştevaniyê mezin bikin. -
Balûken: Em di têkoşîna xwe ya birûmet de hê biryardartir in
Balûkenê HDP’î yê li girtîgehê tê ragirtin, got, “Ez dixwazim diyar bikim ku me hêvî û baweriyek mezin bi pêş xistiye, têkoşîna xwe ya bi rûmet bi îradeyek hê bi biryardartir didomînin.” -
34 kes hatin girtin, 3 jê zarok in
Li 7 bajaran 34 kes hatin girtin ku 3 jê zarok in, 8 kes jî hatin binçavkirin. -
Demîrtaş: Em ê bêrûmetiya li me hatiye kirin ti carî qebûl nekin!
Demîrtaş li 35. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê parastina xwe kir û got, "Ne 45 roj, ez dikarim 45 salan jî bi tena serê xwe di hucreyekê de bimînim. Lê em ê vê bêrûmetiya li me tê kirin ti carî qebûl nekin." -
2 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, gundên El Meşût û El Xefî ji çeteyan paqij kirin. -
Bîlançoya qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê
Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê derketine asta herî bilind. Ji 12'ê Kanûnê û vir ve zêdeyî 400 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran jî êrîş li avahiyên HDP'ê hatine kirin. -
4 rojnamevan derketin pêşberî dadgeriyê
4 rojnamevanên li dijî wan doz hatine vekirin, derketin pêşberî dadgeriyê. -
NAV-YEK: Cejna Êzî pîroz be!
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) Cejna Êzî pîroz kir û ev peyam da: "Em hêvîdarin ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û deverê cejn lê têne pîroz kirin, bi girseyi tevlîbûn çê bibe"