4 rojnamevan derketin pêşberî dadgeriyê

4 rojnamevanên li dijî wan doz hatine vekirin, derketin pêşberî dadgeriyê.

Akademîsyen Beyza Ustun, rojnamevan Ragip Dûran û Mûrat Çelîkkan ên tevlî kampanya "Berpirsyarê Nobedar ê Weşana Giştî" ya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bûn, tevî Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya derketin pêşberî dadgeriyê.

Her sê rûniştin li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Rûniştina doza Dûran û Kizilkaya ji bo 14'ê Sibatê paş ve hat xistin.

Di rûniştina Çelîkkan û Kizilkaya de, dozgerî ji bo mutalaaya xwe pêşkêş bike, wext xwest. Heyeta dadgehê jî rûniştin heta 14'ê Sibata 2017'an taloq kir.

Rûniştina doza Ustun û Kizilkaya jî heta 16'ê Sibata 2017'an hat paşvexistin.