AKP dest danî ser paketên alîkariyê yên ji bo Êzidiyan hatibû amadekirin
Hikûmet AKP’ê, dest danî ser paketên alîkariyê yên li Bakurê Klurdistanê ku bi boneya Cejna Êzî ya Êzidiyan hatibû amadekirin.
Hikûmet AKP’ê, dest danî ser paketên alîkariyê yên li Bakurê Klurdistanê ku bi boneya Cejna Êzî ya Êzidiyan hatibû amadekirin.
Piştî ku hikûmeta AKP′ê dest danî ser Şaredariyên bajarê Amedê, bi hatina cejna Êzî re alîkarî li ser malbatên Êzidî yên ku li navçeya Yenî Şehir a Amedê bi cih dibin qut kir.
Li navçeyê hejmara penaberên Êzidî zêdeyî 6 hezaran bû. Lê piştî ku Şengal ji aliyê HPG′ê û YBŞ′ê ve hat rizgarkirin, şênî vegeriyan warên xwe û nêzî hezar û 200 kes li navçeyê man.