Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî polîtîkayên komkujî û tecrîdê yên AKP'ê, bang li ciwanan kir ku beşdarî Kongreya 3. a Ciwanên Azad bibin. Kongre wê roja 17'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêber Apo navnîşana azadiyê ya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e" û bal hat kişandin ser lêgerîna azadiyê ya gelan, di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nava kaoseke bi vî rengî de têkoşîna tevgera azadiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst û serketina li Rojava, ji bo hemû gelan bûye hêviyeke nû. Çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst û dewleta AKP'ê ku hevkarê wê ye, xwe li vê serketina gelê Kurd ranegirtine û li her cihî êrîşî gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê dikin. Bi taybetî, dewleta AKP'ê ya faşîst, têkçûna DAIŞ'ê weke têkçûna xwe dibîne û ji ber vê yekê hewl dide Rojava dagir bike û li Bakurê Kurdistanê jî bi rengekî faşîst êrîş dike. Berxwedana lehengî ya ciwanên Bakurê Kurdistanê, dewleta AKP'ê tirsandiye. Eniya faşîst a AKP-MHP'ê ku ji van qirkirinan encamek bi dest nexistin, niha jî Rêberê Gelê Kurd kirine hedefa xwe."
'EM BI ERKA XWE RABIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn di mijara azadiya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd de bi mîsyona xwe rabin û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, Ciwanên Azad wê kongreya xwe ya sêyemîn lidar bixe.
Koordînasyonê got, "Em ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê dizanin, ku azadî li cihê ji dest çûye, yanî li axa Kurdistanê dikarin peyda bikin. Li ser vê bingehê, ji her demê bêhtir divê em xwe bigihînin rastiya Kurdistanê."
'EM BIBIN HEVRÊYÊN RAST ÊN ŞEHÎDÊN XWE'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vî rengî em dikarin bibin hevrêyên rast ên Şehîd Andokan, Şehîd Axînan û Şehîd Tîjda, Şehîd Çekdar, Şehîd Lecwan û gelek şehîdên din ên ji Ewropayê tevlî refên azadiyê bûn, bibin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi hêza ji lidarxistina kongreya sêyemîn werbigirin re, ew ê xwe hê bêhtir bi rêxistin bikin û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.
Koordînasyona Ciwanên Azad bang li ciwanên Kurdistanî û ciwanên şoreşger kir, ku tevlî kongreyê bibin û got, "Em ê bi vê kongreyê re rêxistinbûna xwe mezin bikin û heta azadiya Rêber Ao, bi ruhê tolhildanê têbikoşin. Gotina 'Çi dibe bila bibe, encam ê bêhempa be' ku me ji Şehîd Çiyageran girtine, wê bibe perspektîfa me."
3. Kongreya Ciwanên Azad wê di 17'ê Kanûnê de li navnîşana Avenue Léo Lagrange, 94190 Villeneuve-Saint-Georges a li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin. Kongre wê saet di 10:00 de dest pê bike.