'Sir' a eşkere ya dewletê: Komkujiya Mereşê
Êrîşên dewleta Tirk ên li Mereşê di 19'ê Kanûna 1978'an de bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî da destpêkirin, hefteyekê bênavber dewam dikir. Ev komkujî heta 26'ê Kanûnê dewam kir.
Êrîşên dewleta Tirk ên li Mereşê di 19'ê Kanûna 1978'an de bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî da destpêkirin, hefteyekê bênavber dewam dikir. Ev komkujî heta 26'ê Kanûnê dewam kir.
"Di destê wan de tivingên Elman, mawîzer hebûn. Pêsîra jinên me jê kirin. Gule li pitika şeş mehî reşandin. Mil jê kirin, serî jê kirin. Heqaret hem li miriyên jinên me kirin, hem jî li saxên me kirin." Komkujiya Mereşê di 19'ê Kanûna 1978'an de de destpê kir û heta 26'ê Kanûnê hefteyekê bênavber dewam kir. Êrîş di bin kontrol û çavdêriya polîs û leşkeran de hatin krin. Ev komkujiya dewleta Tirk li Kurdên Elewî kir, weke 'sira dewletê' hat qeydkirin.
Komkujiya Mereşê, di şeva 19'ê Kanûnê de piştî ku nîjadperestan bombeyeke sivik li sînemayekê teqandin, dest pê kir. Piştre nîjadperest li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Xwîna me birije jî serketin ya Îslamê ye" û "Misilman Tirkiye" hev sor kirin û êrîşî cihên Elewiyan kirin. Piştî rojekê, di 20'ê Kanûnê de qehwexaneyeke ku Elewî diçûnê, hat bombekirin.
Di 21'ê Kanûnê de 2 mamosteyên endamê Komeleya Piştgirî û Hevgirtinê ya Hemû Mamosteyan (Tob-Der) hatin kuştin. Roja 22'ê Kanûnê ji bo mamosteyan merasîma cenaze hate lidarxistin. Lê van gurûhên faşîst êrîşî bi gotina 'Nabe ku nimêja cenaze li ser Komunîstan, Elewiyan bê kirin" hev sor kirin û êrîşî merasîma cenaze kirin.
Di heman demê de meleyê mizgefta Baglarbaşi Mûstafa Yildiz di xutmeyeke Înê de wiha digot: "Bi rojî û nimêjê mirov nabin Hecî. Kî Elewiyekî bikuje, mîna ku pênc caran çûye hecê, xêrê dike; divê hemû birayên me yên oldar, li dijî komunîstan û bêolan rabin ser xwe; em ê derdorê ji Elewiyan û bêîmanên Sûnî yên CHP'yî paqij bikin." Mele Yildiz bi vê weazê bûyer mezintir kir.
POLÎS HATIN VEKIŞANDIN Û ELEWÎ DI NAVA GURÛHÊN KUJER ÊN FAŞÎST DE HATIN HIŞTIN
Di van êrîşên dijî Elewiyan de, mîna her carê polîsan dest li gurûha faşîst a êrîşkar wernedan. Gurûhên faşîst, li nava bajêr dikanên Elewiyan xera kirin û 3 kes kuştin. Di şeva 22'ê Kanûnê de li taxên Sûniyan bi gotina, "Elewî yên çepgir wê sibe bi çekan êrîşî me bikin" propagandayeke derew hat kirin û çek ji Sûniyan re hate dayîn.
Ev gurûha faşîst û nîjadperest a rahişt çekan, di 23'ê Kanûnê de dest bi qirkirina Elewiyan kir. Êrîşên li dijî Elewiyan dewam dikir. Lê wê rojê, bi bahaneya qaşo 'ji bo pêşî li şerê navbera polîs û gel bê girtin' hemû polîsên li bajêr ji wezîfeyê hat kişandin. Di 24'ê Kanûnê de Wezareta Karên Hundir derketina derve qedexe kir. Lê belê gurûha faşîst a nîjadperest, hîn bêhtir komên çekdar ji gund û navçeyên derdorê anî û di asta derveyî mirovahiyê de êrîş û talankerî dewam kir.
JIN, JINÊN DUCANÎ, ZAROK, EXTIYAR HATIN KUŞTIN
Ji ber vê derfeta polîsan da komên faşîst ên nîjadperest, gelek kesên digotin, "Komunîstan sax nehêlin, li ser rêya Xwedê wan serjê bikin", "Îro roja cîhadê ye, kî Elewiyekî bikuje wê biçe cinetê", "Em Elewiyan bikujin, welêt paqij bikin", "Elewiyan bikujin, bila şahîd nemînin" bi çekan, bomebyan, ço û satoran êrîşî taxê Elewiyan kirin.
Komên faşîst bênavber êrîşî taxên Yorukselîm, Yenîmahalle, Serîntepe, Magarali û Karamaraş ên Elewiyan kirin. Li taxan hate reşandn, bombe hatin teqandin û hatin şewitandin. Nehiştin mirî bên rakirn, birîndar bigihêjin nexweşxaneyan. Dor li nexweşxaneyan hate giritn; jin, jinên ducanî, extiyar, nexweş, hemû mirovên ne ji xwe kuştin.
Ev komên faşîst ên çav li wan sor bû bû bi gotina "Elewî bê ol in, ne sinetkirî ne" xwîn rijiya bû ser çavên wan, êdî ti sînor nas nedikirin. Pantolonê mirovan ji wan dikirin û lê dinêrîn bê sinetkirî ye yan na. Tevî taxê Elewiyan, malên Elewiyan ên li taxên Sûniyan jî hatin işaret kirin û avêtin ser van malan. Di van serdegirtinan de roja 25'ê Kanûnê komkujiyên giran hatin kirin.
Êrîş di 26'ê Kanûnê de kêm bûn. Ji xwe di vê rojê de mirovên li Mereşê bi taksî, qemyon, mînîbus û traktoran ji Mereşê koçî Dîlok, Edene û herêmên derdorê kirin. Ji ber van êrîşan, Elewiyên ku li bajêr nifûsa wan serdest bû, bajar terikandin.
SIBE: KOMKUJIYA KU HESABÊ WÊ NEHATIYE DAYÎN