Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji aliyê malbatên şehîdan ve tê girtin

Nobeda azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, di hefteya 234. de ye. Nobeda vê hefteyê ji aliyê dayikên şehîdan ve tê girtin.

Nobeda ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li pêşberî avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê tê girtin.

Nobeda vê hefteyê ji aliyê gelek endamên Komîteya Malbatên Şehîdan ên ji Fransa û Elmanyayê ve tê girtin.

BI RENGEKÎ DORVEGER, GELEK MALBATÊN ŞEHÎDAN TEVLÎ ÇALAKIYÊ DIBIN

Malbatên şehîdan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bajarên Saarbrucken, Heîlbronn, Offenbûrg û Freîbûrg ên Elmanyayê, ji roja Yekşemê û vir ve bi rengekî dorvegere nobedê digirin. Bavê yek ji kadroyên PKK'ê Hamza Yavûz ê di sala 2000'î de jiyana xwe ji dest da Hecî Ekrem Yavûz jî tevlî çalakiyê bû.

Tevî endamên Komîteya Malbatên Şehîda li Strasboûrgê Aysel Alacaçayir, Dûran Agaç û Fîdan Agaç, ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê Omer Çinar jî duh tevahiya rojê nobed girtin. Roja Çarşemê jî xizmên şehîdan ên ji bajarên Offenbûrg û Freîbûrgê hatin, nobed girtin.

BANGA 'BILA OCALAN Û HEMÛ SIYASETMEDARÊN GIRTÎ WERIN BERDAN'

Tê payîn, îro jî komek ji Elmanyayê beşdarî çalakiyê bibe. Berdevkê komê Dûran Agaç li ser nobedê agahî da û diyar kir, ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanan, ew çalakiyê lidar dixin.

Dûran Agaç ji CPT xwest, bikeve nava hewldanan, biçe serdana Ocalan û êdî tecrîdê rake. Agaç her wiha xwest, nûnerên siyasî yên gelê Kurd, ku di operasyonên dijî HDP û DBP'ê de hatin girtin, bên berdan.

Dûran Ağaç da xuyakirin, ku ji bo bidawîbûna şer û komkujiyan, divê hewldaneke lezgîn bê destpêkirin û ji bo aştiyeke bi rûmet, muzakere ji nû ve dest pê bikin.

BANG PIŞTGIRIYÊ LI GEL HATE KIRIN

Dûran Agaç bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi taybetî li Strasboûrgê dijîn kir, ku destekê bidin çalakiyên ji bo azadiya Ocalan. Agaç xwest, daxwaza azadiya Ocalan li hemû qadên Ewropayê deng vede.