Bîlançoya qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê
Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê derketine asta herî bilind. Ji 12'ê Kanûnê û vir ve zêdeyî 400 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran jî êrîş li avahiyên HDP'ê hatine kirin.
Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê derketine asta herî bilind. Ji 12'ê Kanûnê û vir ve zêdeyî 400 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran jî êrîş li avahiyên HDP'ê hatine kirin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Aysel Tûglûk, li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser êrîşên li dijî partiya xwe, agahî parve kir.
Tûglûk da xuyakirin, ku ji 22'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve di operasyonên qirkirina siyasî yê li dijî partiya me de 5 hezar 432 kes hatine binçavkirin, Hevserokên me yê giştî, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan rêveber û endamên partiya me jî di nav de 2 hezar 360 kes hatine girtin.
Tûglûk diyar kir, ji Cotmeha 2016'an û vir ve di nava 2 mehan de 1831 kes ji wan hatine binçavkirin û 360 hatine girtin.
DETAYÊN LI SER BINÇAVKIRIN Û GIRTINAN
Li gorî daxuyaniya Tûglûk agahiyên berfireh ên li ser girtin û binçavkirinan bi vî rengî ne:
"Ji Tîrmeha 2015'an ûv ir ve 21 hevserokên HDP'ê yên bajaran, 44 hevserokên HDP'ê yên anvçeyan, 17 hevserokên DBP'ê yên bajaran û 42 hevserokên DBP'ê yên navçeyan hatine girtin.
Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve, tevî Hevserokên me yên giştî 12 parlamenterên me, 3 endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî û 3 endamên me yên Meclîsa Partiyê hatine girtin.
Cîgirên Serokan jî di nav de 62 hevşaredar hatin girtin, li 43 şaredariyan jî qeyûm hatin bicihkirin. Hejmara hevşaredarên ji wezîfeyê hatine kirin 57 e. 10 hevşaredar hê di binê çavan de ne.
Ji 12'ê Kanûna 2016'a û vir ve, ji ber operasyonên qirkirina siyasî 434 kes hatine binçavkirin. 16 hevserokên HDP'ê yên bajaran hatine binçavkirin."
Di daxuyaniya Tûglûk de li ser hejmara binçavkiriyên ji 12'ê Kanûnê û vir ve ev agahî hatin dayîn:
"Stenbol: 30
Edene: 34
Mersîn: 82
Enqere: 16
Manîsa: 6
Îzmîr: 15
Colemêrg: 2
Riha: 104
Dîlok: 47
Kayserî: 6
Balikesîr: 7
Erzîngan: 7
Eskîşehîr: 9
Hatay: 25
Îdir: 6
Antalya: 4
Bedlîs: 4
Mûgla: 9
Nîgde: 1
Wan: 22
Giştî: 434