PHKÊ: Cejna Êzî li civaka Êzdî û hemû gelên Kurdistan piroz be
Plaftorma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), bi boneya Cejna Êzî peyamek şand û cejin li hemû gelan pîroz kir.
Plaftorma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), bi boneya Cejna Êzî peyamek şand û cejin li hemû gelan pîroz kir.
Plaftorma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), diyar kir ku di hemû civakan de cejin wateyên xwe yên taybet hene, yek ji van cejnan jî Cejna Êzî ye, got: "Cejna Êzî jî di heman wateyê de di pêkhatina yekîtiya gelên herêmê de xwedî roleke dîrokî ye. Cejna Êzdî xwedî kevneşopiyek dîrokî, çandî û civakî ya gelê Kurd e".
PHKÊ destnîşan kir ku di hemû bawerî û di nava tevahiya civakan de cejin xwedî wateyek giring in.Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di aliyê dîrokî, civakî û jiyana bi rûmet û aştiyê de roleke erênî lîstine û dilîzin. Cejna Êzî jî di heman wateyê de di pêkhatina yekîtiya gelên herêmê de xwedî roleke dîrokî ye. Cejna Êzdî xwedî kevneşopiyek dîrokî, çandî û civakî ya gelê Kurd e.”
Platformê diyar kir ku herêma ku lê dijîn, di nava tevgerek metirsînî de diheje, gelê Kurd jî di vê qonaxê de, rol û misyonek girîng ya berxwedêr girtiye ser milên xwe. Civaka Êzdî jî, bi parastina nirx û pîroziyên xwe, di vê rol û misyona dîrokî dilîze. Li hemberî lîstik û kiryarên gemarî berxwedan kir û di têkoşîna azadiya Kurd de, bi dilsozî cihê xwe girt.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzdî (PHKÊ) herî dawî wiha got: “Em cejna Êzî, car din li civaka Êzdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku cejna qedîm ya gelê Kurd bibe, bingeha yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê.