Li Ewropayê nerazîbûna li meleyên sîxur ên AKP'ê zêde dibe

Hikûmeta AKP'ê, di bin navê 'mele' yan jî 'wezîfedarê olî' de li gelek welatên Ewropayê karê sîxuriyê dimeşîne. Nerazîbûna li vî karê AKP'ê, li gelek welatên Ewropayê zêde dibe.

Piştî ku partiya CDA ya li mûxalefeta li Hollandayê xwest Ataşeyê Karên Olî yê Sefaretxaneya Bilind a Laheyê bê dersînorkirin, parlamenterê Partiya Keskan a Elmanyayê Volker Beck jî pêşniyarnameyek li ser mijarê amade kir. Li Belçîkayê jî hat xwestin, mizgeftên ji dewleta Tirk karê sîxuriyê dikin, bên girtin.

Derketibû holê, ku Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk, ferman dabû gelek wezîfedarên lolî yên li dehan welatan, ku karê îstîxbaratê bimeşînin û kes û saziyên li dijî AKP'ê tespît bikin.

JI HOLLANDAYÊ DAXWAZA DERSÎNORKIRINÊ, JI BELÇÎKAYÊ JÎ BANGA GIRTINA MIZGEFTAN

Herî dawî hat xwestin, Ataşeyê Karên Olî yê li Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Laheyê Yûsûf Acar ê karê sîxuriyê dike, bê dersînorkirin. Ev daxwaza dersînorkirinê ji Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDA) a mûxalefetê ve hate kirin.

Li Belçîkayê jî Wezîra Karên Hundir a Herêma Flaman Lîesbeth Homans xwest, mizgeftên li vî welatî yên 'têkildarî Cemaeta Gulen agahî kom dikin' bên girtin. Homans her wiha ji hikûmeta federal a Belçîkayê xwest, li ser mijarê lêkolîneke berfireh bike.

LI ELMANYAYÊ PÊŞNIYARPIRS

Li Elmanyayê jî, Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck, piştî nûçeyên bi gotina 'Meleyên DÎTÎB'ê sîxurkariya FETO dikin' pêşniyarpirsek amade kir ji bo radestî hikûmeta federal bike.

Di vê pêşniyarpirsê de tê xwestin, li ser mele û xebatkarên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê karê îstîxbaratê dimeşînin, lêkolîn were kirin û raporek bê amadekirin.

Tê zanîn, ev karê sîxuriyê yê hikûmeta AKP'ê bi destê mizgeftên li Ewropayê dimeşîne, ne tenê li dijî cemaeta Gulen e, di heman demê de li dijî Kurdan û tevgerên çep e. Herî dawî derketibû holê, ku hin sîxurên dewleta Tirk, bi nasnameya rojnamevaniyê ji bo li dijî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê sûîqest bên kirin, agahiyên îstîxbaratê kom kirin.