Ok: Hevkariya AKP û MHP'ê li ser dijminatiya li Kurdan û li Ocalan e

Ok: Li hemû welatên demokratîk, zarok bi nirxên azadî û demokratîk tên perwerdekirin, lê li Tirkiyeyê bi benê sêdarê wêneyên wan tê kişandin. Rûyê rast ê Erdogan ev e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, bûyerên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê qewimîn ji ANF'ê re nirxand.

Ok da xuyakirin, Fethûllah Gulen xwest darbeyekê bike, lê jê nehat û got, "Yê ku darbe kir Erdogan e. Bi rengekî ne kêmî cûntaya Kenan Evren,  hewl dide dîktatoriya xwe li her qada jiyanê bi awayekî vekirî bi rêxistin bike. Faşîzma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan Tirkiye gihandiye asteke xeternak. Pirsgirêk, nakokî û zordariya xwe ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriye û Rojava dike. Niha navbera Erdogan bi kesî re nîne. Ji xwe Tirkiye xistiye nava tengavî û nearamiyeke siyasî. Tengaviyeke gelekî cidî ya aborî di rojevê de ye. Tevî vê yekê jî dîktatoriya Erdogan hewl dide di vê çaryeka sedsala 21'ê de zordariyê bi Tirkan, Elewiyan û hemû gelên bindest bide qebûkirin. Û dixwaze Yekîtiya Ewropa jî wî bi vî rengî qebûl bike."

Ok diyar kir, Yekîtiya Ewropa ne mecbûr e zilma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan mîna barekî li pişta xwe bike û got, "Dema di vê mijarê de hin nakokî derketin holê, Erdogan bi hemû hêza xwe berê xwe da neteweperestiya Tirk-Îslamê."

Ok destnîşan kir, Erdogan bi hemû hêza hewl dide dîktatoriyê bi rêxistin bike û got: "Ne rewşeke matmayî ye ku Erdogan li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk ên berxwedêr seferberî îlan kiriye."

ERDOGAN FERMANA KOMKUJIYÊ DAYE

Sabrî Ok, şewitandina bajaran, koçberkirina bi sed hezaran Kurdan, xerarkirina bi hezaran xaniyan, bombekirina nirxên pîroz, şehîdgehên Kurdan, kuştina bi sedan mirovên sivîl, girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd bibîr xist û got, "Heman Erdogan niha radibe dibêje 'yên çav berdane axa me, em ê çavên wan derxînin'. Ev zilam faşîstekî tescîlkirî ye. Gelo serokê dewletekê, çawa dikare li nava çavê mirovan binêre û bi hêsanî ji Kurda re bêje em ê çavên we derxînin û hêzên ewlekariyê bila her tiştî bike. Ev yek bi awayekî vekirî, fermana komkujiyê ye. Tevî vê yekê jî seferberiya neteweyî îlan dike. Ji xwe ya diqewime ev e, niha bi awayekî vekirî lê mikur hatiye. Ev yek encama neçareserî û bêçaretiyê ye. Em jî vê yekê ji gelê xwe, ji her kesên berxwedêr û bi rûmet re dibêjin: Yên ku divê seferberiyê îlan bikin, her kesên li dijî faşîzmê ne. Seferberî û berxwedana li dijî faşîzma AKP'ê, deynê li stuyê mirovan e, rûmet e."

'EGER ŞEREK NAVBERA KURD Û TIRKAN DERKEVE, BERPIRSYAR WÊ ERDOGAN BE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin, ku banga Erdogan a ji bo seferberiya milî, banga felaketê ye û wiha dewam kir: "Eger sibe li bajarên cuda yên Tirkiyeyê hêzên faşîst ên sivîl û fermî êrîşî mal û dikanên Kurdan bikin, mirovan bikujin û birevînin, berpirsyarê vê dîktator Erdogan e. Dema dibêje 'neteweyî' mebesta wî Tirkên neteweperest û şovenîst e. Weke ku tê zanîn hêzên çete yên faşîst ên bi Erdogan ve girêdayî hene. Ji wan re Ocakên Osmanî û SADAT tê gotin. Hin hêzên xwe yên îllegal jî hene. Erdogan ferman daye van komên çete yên faşîst, ku êrîşî Kurdan bikin. Eger şerekî Kurd-Tirk derkeve, berpirsyar wê Erdogan be. Encama vê yekê jî wê ji bo dîktatoriya Erdogan û faşîzma AKP'ê gelekî giran be. Lazim e gelê me di vî warî de hişyar be û hay ji xwe hebe. Divê tedbîrên xwe bigire."

Sabrî Ok di dewama hevpeyvînê de rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser Helebê.

'REWŞA NÛ YA HELEBÊ WÊ RÊ LI BER SIYASET Û RÊBAZEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ VEKE'

Ok got, "Bêguman Heleb dilê Sûriyeyê ye, Şam a duyemîn e. Ji bo Sûriyeyê Şam ji aliyê siyasî, Heleb jî ji aliyê aborî û cografîk ve gelekî girîng e. Bi desteka mezin a Rûsya û Îranê, her wiha bi berxwedana YPG û YPJ'ê re, çeteyên Nûsra bi giranî li Helebê hatin tesfiyekirin. Bi qasî em dişopînin, gelek ji wan jî teslîmî rejîmê bûn. Wekî din YPG û YPJ'ê, ji bilî Şêx Meqsûdê herêmên kontrolkirî berfireh kirin. Ev rewşa nû ya li Helebê, bêguman wê pirsgirêk, nakokî, siyaset û şêweyeke nû ya têkoşînê bafirîne. Eşkere ye Rûsya û TC li ser mijara Heleb û Babê li hev kirine. Bi dîtina me, diviyabû Rûsya li pêşberî TC ewqasî tawîzkar nebûya. Bi taybetî têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re diviyabû li ser Kurdan nedabûya avakirin. Divê Rûsya ji polîtîkaya Kurd a reel sosyalîzmê, ji bêpolîtîkaya Kurd a reel sosyalîzmê dersê derxîne. Kurd hêza herî dînamîk û demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Bêyî Kurdan ne Rojhilata Navîn dikare ji nû ve bê dîzaynkirin, ne jî Sûriye."

'HEBÛNA ARTÊŞA TIRK LI AXA SÛRIYEYÊ GEFÊ LI HER KESÎ DIXWE; LAZIM E REJÎMA SÛRIYE, RÛSYA Û ÎRAN VÊ BIBÎNIN'

Ok da xuyakirin, ku yekane projeya pêşî li parçebûna Sûriyeyê girt, projeya Kurdan e û wiha dewam kir: "Avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk li ser federasyonan, wê jiyaneke demokratîk û azad a hemû çand û gelan bi xwe re bîne. Bi vî rengî dikare pêşî li parçebûna Sûriyeyê were girtin. Ketina Tirkiyeyê nava Cerablûsê bêguman bi helwesta nedijber a DYA û Rûsyayê pêk hat. Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Babê jî ji ber vê yekê ne. Hebûna artêşa Tirk li ser axa Sûriyeyê wê di dema nêz û navîn de gefê li her kesî bixwe. Girîng e hem rejîma Sûriyeyê hem jî Rûsya û Îran vê bibînin. Di rewşeke ku li Mûsil û Reqayê êrîş li DAIŞ'ê tê kirin, çawa çêbû ku çeteyên DAIŞ'ê Palmîra careke din dagir kirin?

'DI DAGIRKIRINA PALMÎRA DE ROLA DEWLETA AKP'Ê JI SEDÎ SED E'

Divê herî zêde Rûsya li ser vê bifikire. Di vir de rola dewleta Tirk ji sedî sed e. Li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêwîstiyek e. Ev çareserî jî divê bi vîna hevpar a gelên Sûriyeyê be. Ya ku vîn û projeya çareseriyê ya herî xurt di vî warî de destnîşan kiriye, Federasyona Sûriyeya Demokratîk e. 

'XUYA YE WÊ BIXWAZIN ÇETEYÊN EL NÛSRA BIBIN ÎDLIB AN JÎ BAB'Ê'

Xuya ye wê bixwazin çeteyên El Nûsra yên ji Helebê hatin derxistin li Îdlib an jî Babê werin bicihkirin. Eşkere ye, Tirkiye jî pêşî li vê vedike. Eger bi vî rengî bibe, hingî wê şer vê carê li Îdlibê, li Babê giran bibe. Tevî vê yekê, wê di dema pêş de lêgerînên siyasî û dîplomatîk ên li Sûriyeyê xurtir bibin. Astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê, polîtîkayên AKP'ê yên dagirkerî û hebûna artêşa Tirk a li Sûriyeyê ye. Kurd, Xiristiyan û Ereb wê vê qebûl nekin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok gefên hevkariya AKP-MHP'ê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî.

'ERDOGAN GELEKÎ TENGAV BÛYE, LEWMA QALA SEFERBERIYÊ DIKE'

Ok da zanîn, Ocalan hemû dem û enerjiya xwe ji bo vê yekê bi kar anî û got, "Lê belê faşîzma AKP'ê ev yek fêhm nekir û timî weke qelsiyekê nirxand. Di polîtîka şer de israr kir. Rewşa heyî ji xwe li holê ye. Dîktator Erdogan bi rengekî vekirî seferberiyê îlan dike. Xuya ye Erdogan gelekî tengav bûye, ku qala seferberiyê dike. Halbûkî eger projeyên çareseriyê yên Rêber Apo fêhm bikira, wê Tirkiyeya pirsgirêka Kurd çareser kiriye û demokratîk bûye, bifiriya. Faşîzmê ev tercîh nekir, nekarî tercîh bike. Di zîhniyet û pêkanînên berê hatibûn dubarekirin de israr kir û encam jî li holê ye. Bêguman berxwedan wê bidome. Gelê Kurd wê ti carî dest ji berxwedana xwe û statuya azadiyê bernede. Erdogan vê baş dibîne. Dema zîhniyet faşîst be, rêyên çareseriyê jî bi pêkanînên faşîst dibîne. Lewma ji bo tesfiyekirina PKK'ê û çavtirsandina gelê Kurd bi rengekî dîn û har her tiştî dike."

'KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê LI SER DIJMINATIYA LI KURDAN, LI RÊBER APO YE'

Ok işaret bi nîqaşên li ser îdamê kir û got, "Erdogan belasebep serê her gavê îdamê bilêv nake. Hewl dide civaka şovenîst ji vê re amade bike. Ji xwe çend roj berê, li dibistaneke seretayî, bendê îdamê dabûn destê zarokên pênc-heft salî û wêneyên zarokan kişandin. Ev dînîtî ye. Berpirsyar Erdogan e. Li hemû welatên demokratîk, zarok bi nirxên azadî û demokratîk tên perwerdekirin, lê li Tirkiyeyê bi benê sêdarê wêneyên wan tê kişandin. Rûyê rast ê Erdogan ev e. Her tişt ji Erdoganekî bi vî rengî tê. Niha bi MHP'ê re mîna koalîsyonê ye. Eşkere ye ev koalîsyon û hevparî li ser dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li Rêber Apo ye.

'EM HIŞYAR DIKIN, DÎNÎTIYEKE BI VÎ RENGÎ WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE FELAKETEK'

Dibe ku MHP ancax bi vî rengî îqna kiribe. Em hişyar dikin. Dînîtiyeke bi vî rengî wê ji bo Tirkiyeyê bibe felaketek. Em hişyariyê didin gelê xwe jî, Erdogan belasebep nabêje 'Em di rewşeke ji şerê serxwebûnê xeteretir de ne'. Eger rewş bi vî rengî tespît kiribe, hingî wê rêbazên têkoşînê jî li gorî vê bimeşîne. Li dijî faşîzmê, tenê berxwedan rê ye. Rêyeke din nîne. Dema mijar Rêber Apo be, divê berxwedan û têkoşîn bi her awayî bêteredût bê kirin. Ya ku jê re 'man û neman' tê gotin, ev e. Lewma yê ku divê seferberiyê îlan bike, Kurd û dostên wan e. Em ji vê bawer in; Rêber Apo bi azadiya Kurdistanê, Kurdistan jî bi azadiya Rêber Apo wê azad bibin. Ji bilî vê yekê ne alternatîfek heye, ne jî em li alternatîfeke din difikirin."