Li dijî avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî

Li dijî avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî pêk hat.

Li ser êrîşên li dijî HDP’ê ku ji hêla rejîma AKP/Qesrê hatiye hedefkirin, her roj êrîşek nû zêde dibe.

Danê êvarî bi ser Avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşek çekdarî çêbû.

Êrîşkar danê êvarî saet 22.22’yan bi taksiyek ticarî hat ber avahiyê, bi tifinga pompeyî 4 caran gule berdan ketina avahiyê. Dûvre tifing avêt erdê, destê xwe rakir jor û radestî polîs bû.

Di êrîşê de ku birîndar çênebûn, di avahiyê de xisarek kêm çêbû.

Tê payin ku têkîldarî mijarê HDP’e daxuyaniyek nivîskî bide.