Di şerê dijî Kurdan de, di mehekê de 837 mîlyon hat mezaxtin!
AKP/Qesr li dijî Kurdan ku dike û nake nikare Kurdan radest bigire, mohra xwe li bin mezaxtinên rekor dixe.
AKP/Qesr li dijî Kurdan ku dike û nake nikare Kurdan radest bigire, mohra xwe li bin mezaxtinên rekor dixe.
Encamên pêkanînên bûdçeyê yên têkildarî serdema Mijdar û Çile-Mijdarê de ya Wezareta Darayiyê ya Tirk, destnîşan dike ku di êrîşên qirker ên dij Kurd de, AKP/Qesr pereyekî pir zêde mezaxtiye.
Ji bo ‘’ewlekarî’’ û ‘’parastin’’ê 837 milyon 350 hezar lîre hatine mezaxtin. Di meha Cotmehê de jî di bin vê kategoriyê de 477 milyon hatibûn mezaxtin. Balkêş e ku mezaftin di mehekê de du caran li xwe zêde kiriye.
Dewleta Tirk meha Mijdarê ji bo çek, amûr û ekîpmana şer 384 milyon û 557 hezar lîre mezaxt.
Bi navê ‘’ewlekarî’’ û ‘’parastinê’’ di meha 11’an a salê de pereyên ku hatin mezaftin rekorek e: 3 milyar û 553 milyon û 412 hezar e.
2016’an ji bo kirîna çek, amûr û teçhîzata şer 1 milyar û 274 milyon û 856 hezar hate mezaxtin.
Dîsa mezaxtina ku weke dayina nixumandî tê bi navkirin, li ‘’Çûyina Xizmetên Nixumandî’’ de, mezaxtina ku meha Mijdarê hatî kirin, ji 10’an a 2016’an zêdetir bû û bû 228 milyon û 238 hezar lîre. Di 11 mehan de, mezaftina ku bi navê dayina nixumandî hatî kirin jî 1 milyar û 457 milyon û 31 lîre ye.