6 hezar 400 kes ji Helebê hatin derxistin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku di nava 24 saetên dawî de 6 hezar kes ji rojhilatê Helebê hatine derxistin, ku 3 hezar ji wan 'mûxalîf' ên çekdar in.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku di nava 24 saetên dawî de 6 hezar kes ji rojhilatê Helebê hatine derxistin, ku 3 hezar ji wan 'mûxalîf' ên çekdar in.
Piştî ragihandina 'agirbestê' li Helebê, tehliye dewam dike. Agirbesta ku pêr hat têkbirin, duh danê isbehê ji nû ve ket meriyetê. Piştî vê agirbestê, tehliyeya ber bi Îdlibê dest pê kir.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, di nava 24 saetên dawî de 6 hezar 400 kes ji herêmê hatine derxistin.
Rûsyayê ragihand, teslihe dewam dike.