Demîrtaş: Em ê bêrûmetiya li me hatiye kirin ti carî qebûl nekin!

Demîrtaş li 35. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê parastina xwe kir û got, "Ne 45 roj, ez dikarim 45 salan jî bi tena serê xwe di hucreyekê de bimînim. Lê em ê vê bêrûmetiya li me tê kirin ti carî qebûl nekin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS), ji Girtîgeha Edîrneyê tevlî rûniştina li 35. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê bû.

Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got, "Ez niha li Saziya Înfazê ya Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F ya Edîrneyê me. Li 20 bajaran bi qasî 102 lêpirsîn û doz li dijî min hatine vkeirin. Ji ber van lêpirsîn û dozan, ez neçar im bi rêya SEGBÎS'ê parastina xwe bikim. Ez girtî me û ev 45 roj in bi tena serê xwe li hucreyê têm girtin."

'EM LI BER AKP'Ê RADIBIN'

Demîrtaş got, "Ev der ne girtîgeheke, ev der saziyeke înfaza ceza ye" û diyar kir, di dema hevdîtina wî bi parêzeran re, dengê wan tê qeydkirin û karmendekî saziya înfazê di dema hevdîtinê de amade ye.

Demîrtaş got, "Her wiha pirsgirêkên min ên tenduristiyê yên beriya bêm girtin rû da, dewam dike û li vê derê derfetên dermankirinê nîne. Rewşa min û hemû hevalên min ên parlamenter ên girtî weke hev e. Ji ber van hemû xusûsan nikarim li dadgehê amade bim û mafê xwe yê parastinê bi kar bînim.

Demîrtaş da xuyakirin, ku gotina 'Parlamenterên HDP'ê li be dadgeriyê radibin, gotin ew ê îfadeyê nedin' gelekî tê îstîsmarkirin û anî ziman, ku di vê der barê de dixwaze bêje; "Em li ber dadgeriyê ranebûne. Berevajî, em li ber înfaza bêdaraz rabûne, li ber bêhiqûqiyê û ji aliyê siyasî ve jî li ber AKP'ê em rabûne."

Demîrta da zanîn, ê li ber dadgeriyê radibe, rûmeta dadgeriyê binpê dike û Destûra Bingehîn tine dihesibîne, ne ew in û got, "Hûn niha erka dadgeriyê temsîl dikin. Ez jî li vê girtîgeha lê me, erkeke din a dewletê, erka qanûndanînê temsîl dikim. Belê, hûn ê mafê xwe yê darizandinê bi kar bîni, lê ji ber ku gel erk daye min, ez ê jî mafê xwe biparêzim. Destnedana min hê jî dewam dike. Mafê min e ku li Parlamentê baxivim, tevlî rûnişta giştî ya parlamentê bibim û pêşniyar pirsan pêşkêş bikim." 

Demîrtaş da xuyakirin, ku ji ber dozeke ne cidî ew niha li pêşberî dadgeriyê ne û got, "Dil dixwest, têkildarî siyasetmedarên mîna me cidî de dozgerî jî gilînameyek cidî amade bike. Lewma ev lêpirsîn û gilînameya necidî, di heman demê de heqareta li dadgeriyê, li dadgehê ye."

Demîrtaş diyar kir, ew dixwaze, dadgerekî ku wî darizîne, li nêrîn û nasnameya wî ya polîtîk nefikire û li gorî qanûna darizandinê bike. 

'EM WEKE ÊRÎŞEK LI DIJÎ GELÊ XWE DIBÎNIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku ew ji bo jiyaneke azad û bi hev re dixebitin û wiha axivî: "Hinek niha li Qesrê rûdinên. Lê weke yek ji 3 kesên di hilbijartinên serokkomariyê de namzet bû, ev 45 roj in ez bi tena serê xwe li hucreyekê têm girtin. Ez vê yekê weke êrîşek li dijî gelê xwe dibînim. Ji bo jiyana aştiyane ya civaka Tirkiyeyê bi Kurd û Tirkan, ji bo hevgirtina welêt, ji bo jiyaneke azad û demokratîk ez dikarim canê xw ebidim. Ne 45 roj, dikarim 45 salan jî di hucreya yek şexsî de bimînim. Lê belê em ê vê bêrûmetiya li me tê kirin, ti carî qebûl nekin."