Meclîsa Leşkerî ya Babê: Em ê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Babê, diyar kir ku wê herêma Babê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij bikin, bang li gelên herêmê kir ku piştevaniyê mezin bikin.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Babê, diyar kir ku wê herêma Babê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij bikin, bang li gelên herêmê kir ku piştevaniyê mezin bikin.
Fermandariyê banga yekgirtin û têkoşînê li tevahî gelên li herêma Babê kir.
Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Babê di daxuyaniya nivîskî de got, “″Ji gelê me yê qeherman re, zêdetirî 6 salan di ser şern Sûriyeyê re derbas bû û gelên me bihaya vî şerî dide. Dema ku em vedigerin rûpelên dîrokê, em dibînin ku piraniya komên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûrî xwe radestî dewletên herêmî û cîhanî kirine. Îro li Helebê jî gelek komployên hundir û derve eşkere dibin. Komên di pêvajoya komployê de ku bi armanca qetilkirina gelên Sûriyeyê dest pê kir, niha jî hewl didin destekê bidin çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî.”
‘EM Ê BABÊ RIZGAR BIKIN’
Fermandariya Meclîsa Leşkerî da xuyakirin ku wê Babê ji tevahî hêzên dagirker rizgar bike û ev îfade bi kar anîn;
“Em wek Meclîsa Leşkerî ya Babê bang li tevahî gelên xwe yê Sûriyê dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin, her wiha em bang li hemû hêzên şoreşger dikin ku li hember terorê û komên ku xizmeta dewletên dagirker dikin û dijminatiya gelê me û şoreşa me dikin, yekîtiya xwe ava bikin û li ber xwe bidin.
Em ê bajarê Babê ji çeteyên DAIŞ′ê û dagirkeriya derve rizgar bikin û gelên xwe biparêzin.″