NAV-YEK: Cejna Êzî pîroz be!

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) Cejna Êzî pîroz kir û ev peyam da: "Em hêvîdarin ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û deverê cejn lê têne pîroz kirin, bi girseyi tevlîbûn çê bibe"

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand û cejn li civaka Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên têkoşîna azadiyê yên li Êzîdan û tevahiya Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir.

NAV-YEK'ê got, "Em hêvîdar in cej bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan."

NAV-YEK'ê bal kişand ser xeteriya li ser çand û baweriya Êzidiyan û diyar kir, divê civaka Êzidî bi taybetî Êzidiyên li derveyî welat dijîn bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî li nirxên xwe derkevin.

NAV-YEK'ê işaret bi rewşa Şengalê jî kir got, "Ji bo li weletekî azad û di nav aramiyê de em bikaribin cejnên xwe pîroz bikin û çanda xwe biparêzin, girîng e em tekoşîna xwe li hemû qadê jiyanê bilindtir bikin."

NAV-YEK'ê bibîr xist, ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa tê meşandin û ragihand, weke saziyên civaka Êzidî di nava her şert û mercî de ew piştgiriyê didin vê berxwedanê.

Di dewama peyamê de hat gotin, "Divê baṣ bê zanîn; azadiya Kurdistanê azadiya Êzîdxanê ye û azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzdiya ye. Lewra, ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bikar bînin."

Di dawiya peyamê de bi wesîleya cejnê banga xurtkirina aştî, lihevhatin û rêxistiniya navbera Êzidiyan hate kirin û hat gotin, "Her çiqas di nav xemginiyê de be jî, em hêvîdar in ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û bi rengekî girseyî cejna xwe pîroz bike. Li ser vî esasî em careke din Cejna Êzî li tevaya civaka Êzidî û li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin."