DMME ji bo serlêdanên Cizîr û Sûrê ji hikûmetê Tirk nêrîna nivîskî xwest
DMME, têkîldarî giliyên li dijî sepanînên girêdayî qedexeyên kolanan ku ji Tebaxa 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê didomin, biryar da ku hikûmeta Tirk nêrîna nivîskî pêşkêş bike.
DMME, têkîldarî giliyên li dijî sepanînên girêdayî qedexeyên kolanan ku ji Tebaxa 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê didomin, biryar da ku hikûmeta Tirk nêrîna nivîskî pêşkêş bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), da xuyakirin ku hin giliyên ku di serî de Cizîr û Sûr, têkîldarî sepanînên dewleta Tirk ên qedexeyên kolanan û qetlîaman hatine ziman nayên qebûlkirin, biryar da ku hikûmeta Tirk têkîldarî kuştinên derhiqûqî, bi zorê li malê girtin, mûameleya nebaş, parastina mafê jiyanê, negirtina tevdîrên pêwîst îzahê bike.
Yên gilî kiribûn, gotibn ku xalên 2., 3. û 5. ên Hevpeyaman Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. Di daxuyaniya DMME de hat gotin ku hin kesan gilî kirine ku nûnerên qanûnî hatine binçavkirin û girtin û xistine zindanan, her wiha gilî hene ku hikûmetê li gor xala 39’emîn a rêgezê, biryarên tevdîra demkî pêk nanîne.
Li gor DMME’yê, ji meha Kanûna 2015’an û vir ve zêdetirî 160 kesan zêdetirî 40 serlêdanên têkîldarî biryarên qedexeyên kolanan kirine.
Di daxuyaniya DMME de hat îdîakirin ku ji 43 kesên ku li 3 jêrzemînên Cizîrê asê mabûn, piraniya wan di demek kurt de jiyana xwe ji dest dane û ev mirin di encama bomberdûmana hêzên ewlehiyê de pêk hatine.
Bi berdewamî ev hatin gotin, “Xizmên hin serlêderên ku jiyana xwe ji dest dane, îfade kirine ku dixwazin serlêdanan bidomînin. DMME, dema lêkolîna daxwazên tevdîrê, li gor Xala 41’emîn a Rêgeza Dadgehê ku bi serenavê ‘rêza nirxandina serlêdanan’ e, biryar daye ku piraniya 34 serlêdanan pêşik be.”
Kes û dosyayên ku serlêdanên wan pêşik in, wiha ne:
Abdûllah Kaplan - Turkiye (no. 4159/16) Adem Tûnç - Turkiye (no. 4552/16). 2 Ahmet û Zeynep Tûnç - Turkiye (no. 4133/16) Ahmet Tûnç - Turkiye (no. 39419/16) Alpaydinci û yên din - Turkiye (no. 10088/16) Altûn - Turkiye (no. 4353/16) Balcal û yên din - Turkiye (no. 8699/16) Bedrî û Halîme Duzgun - Turkiye (no. 901/16) Çaglak - Turkiye (no. 2200/16) Cengîz Abîş û yên din - Turkiye (no. 10079/16) Dagli û yên din - Turkiye (no. 6990/16) Dolan - Turkiye (no. 9414/16) Erkaplan - Turkiye (no. 10085/16) Eroglû - Turkiye (no. 478/16) Geçîm - Turkiye (no. 5332/16) Gorgoz - Turkiye (no. 480/16) İnan - Turkiye (no. 2105/16) Îrmak - Turkiye (no. 5628/16) Karadûman û Çîçek - Turkiye (no. 6758/16) Karaman - Turkiye (no. 5237/16) Kaya - Turkiye (no. 9712/16) Koç û yên din - Turkiye (no. 8536/16) Omer Elçî - Turkiye (no. 63129/15) Oncu - Turkiye (no. 4817/16) Oran - Turkiye (no. 1905/16) Paksoy - Turkiye (no. 3758/16) Sariyildiz - Turkiye (no. 4684/16) Senîha Surer û yên din - Turkiye (no. 10073/16) Sevîktek - Turkiye (no. 2005/16) Sûltan û Suleyman Duzgun - Turkiye (no. 891/16) Tûnç û Yerbasan - Turkiye (no. 31542/16) Ûysal – Turkiye (no. 63133/15) Vesek - Turkiye (no. 63138/15) Yavûzel û yên din - Turkiye (no. 5317/16).