ROJANE
Hemû Nûçe
-
Belgeya ‘tirsê’ ya dewleta Tirk!
Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Enqereyê ji ber çalakiyên ku hêzên dewletê dikin hedef ketiye panîkê. Cîgirê Midûr Kantar, destnîşan kir ku çalakiya li Beşîktaşê destpêk e, hişyarî da hêzên Tirk. -
’13 leşker mirin, 55 leşker birîndar bûn ku 12 jê giran in’
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû da xuyakirin ku di çalakiya Kayseriyê de ku li dijî ‘komandoyên bi taybet perwerdekirî’ pêk hat, 13 leşker mirin, 55 leşker birîndar bûn ku 12 jê giran in. -
FEDA: Elewiyên Kurd ên Meraşê divê xwedî li doza xwe ya mafdar derbikevin
FEDA, di salvegera komkujiya Meraşê de daxuyanî da, bal kişande ser polîtîkayên komkuj ên AKP’ê û bang kir ku gel li doza xwe ya mafdar xwedî derbikeve. -
Li Kayseriyê faşîst êrîşî avahiya HDP’ê dikin
Li Kayseriyê komek faşîst di van saetan de êrîşî avahiya HDP’ê dikin. -
Li Kaltenkîrchenê Cejna Êzî hate pîrozkirin
Li Kaltenkîrchen a Elmanya Cejna Êzî hate pîrozkirin û bang hate kirin ku yên li Ewropa xwedî li çanda xwe derkevin. Hate xwestin ku li Şirnex, Cizîrê xwedî derkevin. -
Parêzer Tîmtîk ev 3 roj in binçavkirî ye
Rêveberê Navenda Giştî ya ÇHD’ê Barkin Tîmtîk ê dema êrîşa polîsan a bi ser şîna malbateke miwekîlê wî hatibû binçavkirin, hê binçavkirî ye. -
Gundê Teyyasayê yê Reqayê hat rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di roja 8′emîn a Hemleyê de, gundê Teyyasa rizgar kirin. -
‘Li Kayseriyê 13 leşker mirin, 48 leşker birîndar bûn’
Artêşa Tirk da xuyakirin ku li Kayseriyê di çalakiya bombeyî de 13 leşker mirine, 48 leşker jî birîndar bûne. -
Li dijî endamên Baskê li Fransayê operasyona bi guman
Di operasyonê de ku li Fransayê bi hevkariya polîsên Spanya hat kirin, bi îdîaya ku endamên ETA ya Tevgera BASK’ê ne 5 kes hatin binçavkirin, rêxistinên BASK’ê jî dan xuyakirin ku îmhakirina çekên aîdî ETA’yê hatiye astengkirin. -
Şahidê qetlîamê: Wek pêvajoya 19’ê Kanûnê, girtîgeh kirin hedef
Şahidê Qetlîama Girtîgehê ya 19’ê Kanûnê û gaziyê rojiya mirinê Nîhat Goktaş, di salvegera qetlîamê de bal kişand ku girtîgeh ji hêla desthilatdariyê wek hedef hatine nîşandan. -
‘Li Kayseriyê komandoyên bi taybet perwerdekirî hatin hedefkirin’
Derket holê ku li Kayseriyê di wê otobusa vê sibehê hate teqandin de komandoyên ‘bi taybet perwerdekirî’ hebûn. -
Ji Parlamenterên Partiya Hikûmeta Swêdê derketina Kurdistanê
Ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat 8, ji Keskan jî 4 parlamenter ên hikûmeta Swêdê pêk tînin, bi serenavên “Nas bikin ku bila Kurd qedera xwe tayîn bikin” û “Li Kurdistanê di çavdêriya NY de bila dengdayina gel pêk were” pêşnûme dan. -
Li Kayseriyê teqîn
Li Kayseriyê otobuseke ku leşkerên sivîl tê de bûn hat teqandin. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene. -
Li Edeneyê polîsên Tirk dema serdegirtina malê de lêpirsîn kir
Li Edeneyê polîsên Tirk dema di serdegirtinê de li malê ti kes nedît, ziyan da alavên malê û kesên li ser vê hatin malê xistin lêpirsînê. -
Li Moersê Qetlîama Mereşê hat protestokirin
Li bajarê Moers ê Elmanyayê ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê bi armanca protestokirina Qetlîama Mereşê û polîtîkayên qirkirinê yên ku AKP’e li Kurdistanê dimeşîne, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Elmanyayê sîxurekî MÎT’ê hat girtin
Hat diyarkirin ku sîxurekî dewleta Tirk ku li Elmanyayê der heqê Kurdan û saziyên wan îstîxbarat kom dikirin, duh bi daxwaza Dadgeha Federal hat binçavkirin. -
Ji Helebê qasî ku Tirkiye dixwaze sivîl ‘narevin’
Hat ragihandin ku tahliyeya sivîlên li Helebê ku piştî bidawîkirina şerê mabeyna hêzên rejîmê û komên ku welatên herêmê destekê didinê destpê kir, îro bi dawî bû, lê têkîldarî tahliyeyê daxuyaniyên cur bi cur hatin. -
Ji bo qedexeya parêzeran hincetek nû
Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku bi êşkence û mûameleya xirab ket rojevê, hevdîtina parêzeran a bi miwekîlan re dîsa hat astengkirin. -
Ji ber bombebarana artêşa Tirk, 3 malbat di bin enqazan de ne
Artêşa Tirk li dijî gundên Babê ji şevê din ve bombebarana xwe didomîne, hat ragihandin ku heya niha 3 malbat di bin enqazan de mane. -
Ji bo Rojnamevanan ‘Nobeda Azadiyê’ dewam kir
Çalakiya nobedê ya ji bo xebatkar û endamên desteya şêwiriyê yên girtî yên Ozgur Gundemê dewam dike. -
NAV-DEM’ê Cejna Êzî pîroz kir
NAV-DEM’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kir. -
Şervanên Odeya Çalakiyan du gundên din azad kirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê du gundên din li bakurrojavayê Reqayê rizgar kirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin
AKP/Qesr êrîşên xwe yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd û HDP'ê dewam dike. Li Edene, Îzmîr, Aydin û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Ji 6 partiyên Swîsreyî daxuyaniya hevpar: Em ji rewşa Tirkiyeyê bi fikar in
Serokên komên 6 partiyên siyasî yên Swîsreyî daxuyaniyeke hevpar dan û pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya Swîsreyê hate kirin, ku li dijî vê yekê bikeve nava tevgerê. -
Tehliyeyên ji Helebê hatin sekinandin
Hikûmeta Sûriyeyê da xuyakirin, ku tehliyeyên ji Helebê hatine sekinandin.