ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê êşkence
Bi dehan kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê tên ragirtin tên êşkencekirin. Yên tên tazîkirin, bi gotinên “We polîs kuştine?” tên derbkirin û bi zorê îfadeyan mirovan tên girtin. -
Ji ber libakirina rengên kesk, sor û zer hatin girtin
Li Edeneyê 3 kesên ku rengên kesk, sor û zer di konvoya dawetiyan de li ba kirin hatin girtin. -
Yekîtiya Ewropayê bêyî serenavekî nû veke wê muzakereyan bidomîne
Konseya Yekîtiya Ewropayê daxwaza Awûstûryayê ya rawestandina muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê bi erênî nebersivand, biryar girt ku ji bo muzakereyan serenavên nû neyên vekirin. -
DYA: Plankarên qetlîama Parîsê ya 2015’an li Reqayê hatin kuştin
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de hat ragihandin ku dema bombekirina di çarçoveya Operasyona Reqayê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin ku van qetlîama li paytexta Fransa Parîsê plan kiribûn. -
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel hat girtin
Serokwekîla Koma Çaglar Demîrel, ji hêla dadgeha Amedê hat girtin. -
Li Wanê 11 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê 11 xwendekar hatin binçavkirin. -
568 kes hatine binçavkirin
Li 28 bajaran di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 568 endamên HDP û DBP’ê hatine binçavkirin. -
Li Amedê Besîme Konca careke din hat binçavkirin
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ku li Êlihê ji hêla dadgehê hatibû berdan, vê carê jî li Amedê hat binçavkirin. -
Demîrtaş: Yên lêpirsîn dane destpêkirin ew kesên ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ nerehet bûn
Demîrtaş bi hinceta axaftinek wî ya li Şirnexê bi rêka SEGBÎS’ê îfade da. Demîrtaş diyar kir ku ew kesên ku ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ nerehet bûn wê demê lêpirsîn dane destpêkirin. -
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr hat girtin
Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ê ku li ser nerazîbûna dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin, îro hat girtin. -
Heyva Sor a Kurdistanê hevdîtinên gel didomîne
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê di çarçoveya xebatên malbatên xwişk û bira de hevdîtinên gel didomîne. -
325 HDP’î binçavkirî ne
Li 12 bajaran ji duh ve polîsên Tirk davêje ser malan û herî kêm heta niha 325 HDP’î binçav kirine. -
Li gelek bajaran binçavkirin û girtin didome
Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP’ê bê navber dewam dike. Bi sedan kes, bi fermana AKP/Qesrê bi operasyonan ve tên binçavkirin. -
Ciwanên Kurd panela AKP'ê ya li Îngilîstanê asteng kir
Ciwanên Kurd panela lobiya AKP'ê UETD a li paytext Londonê protesto kirin. -
Bîlançoya polîs û leşkerên AKP’ê ya 2016’an: 400 kes hatin înfazkirin
Polîs-leşkerên rejîma AKP/Qesrê 2016’an, li gorî daneyên ÎHD’ê 400 Kurd bi saxî girtin û înfaz kirin. -
Kujer mir!
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, polîsê faşîst ê bi navê Kadîr Yildirim, ku li Silopiyayê ji bedenên parçe parçekirî yên jinên ciwan re gotibû 'berate' li Stenbolê di çalakiyê de parçe bû û mir. -
Tecrîd û qirkirina siyasî li Munchenê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Munchenê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Çalakgeran operasyonên qirkirina siyasî jî şermezar kirin. -
RSF û CPJ: Tirkiye dijminê azadiya çapemeniyê ye!
RSF û CPJ da xuyakirin, ku ji aliyê azadiya çapemenî û ramanê ve welatê herî zordar Tirkiye ye. -
HDK-E: Berpirsyarê mirina mirovan Erdogan û AKP ye
Komîsyona Rewşa Awarte ya HDK-E, operasyonên qirkirna siyasî yên li dijî HDP û DBP'ê şermezar kir. -
Hêzên rejîmê ragihandin, ku Heleb hatiye xistin
Hat ragihandin, bajarê Helebê ku bi hefteyan e ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin, bi temamî hatiye xistin. -
Wekîlên HDP'ê Demîrel û Konca li Enqereyê hatin binçavkirin
Cîgira Seroka Koma HDP'ê û Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca li Enqereyê hatin binçavkirin. -
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr cardin hat binçavkirin
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr, dîsa di serdegirtinên malan de hat binçavkirin. -
Li Amedê balafira F-16 ket
Li Amedê balafira şer a F-16 ket. Hat diyarkirin ku pîlot bi saxî jî filitiye. -
Tirkiye rê neda ku heyeta Fransî derbasî Helebê bibe
Rêveberên Tirk, heyeta ku ji parlementerên Fransî û ji serokên şaredariyan pêk dihat ku li ser rêbûn derbasî Helebê bibin, bi hincetên valal ve zivirandin. -
HDP: Em teslîmî operasyonan nabin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, operasyonên qirkirina siyasî ya di nava rojê de pêk hatin protesto kir û peyama “Em teslîm nabin” da.