Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E), têkildarî êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ve êrşî siyaseta Kurd, herêmên civaka sivîl û leşkerî dike, bal kişand ku qirkirin û qetlîamên herî mezin ên demê tên li dar xistin.
‘LI DIJÎ GELÊ ME ÊRÎŞÊN TERORÊ TÊN MEŞANDIN’
“Li ser herêmên siyasî yên demokratîk, vîna gel, welatparêzan, jina, ciwanan, karsazan, çand, huner, ekeonmî, pêkhatinên siyasî, bi kurtahî li dijî hemû rêxistin û xebatên li ser navê Kurdan tê meşandin şereke topyekûn tê meşandin. Bi kiryarên mîna ‘Em ê tine bikin, ‘Wê tola wê mezin be’, ‘ Efûkirin nîne’, 'Bajaran jî, gundan jî, malan jî em ê tar û mar bikin û yên li dijî vê der bikevin jî di demekî pir nêz de wê hesap jê bên xwestin’ bi awayekî vekirî û zelal dide nîşandan ku li dijî siyaseta gelê Kurd, li dijî jiyana komînal û leşkerî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk û nunerên wê AKP-Erdogan ê faşîst, bi awayekî herî zelal li dijî gelê me teror tê meşandin.
Çalakiya Stenbolê ya ku bersiva yek ji encamên êrîşên qirkirina gelê Kurd pêk hatiye, dikin hincet û ji qirkirina siyasî derbazî qirkirina fîzîkî dike. Yê ku esasî van êrîşên qirkirina sîyasî û fîzîkî bi rêve dibe û kontrol dike Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e. Bi avakirina tîmên taybet ên şerê taybet li dijî gelê me bi awayê herî hovane êrîşan dide kirin, ne tenê di aliyê jiyana komînal û siyasî de di nava hewldanên ku şer hê xurtir û kûrtir bikin de ne. Erdogan di nava planên bixwîn ên li çar parçeyên Kurdistanê bidin meşandin de ye.
Planên li ser Mûsil, Kerkûk, Reqa, israrkirina neqebûlkirina Rojava, nêzîkatiyên dijminatiyê yên li dijî PYD, YPG û YPJ’ê, dagirkirina Cerablûsê, operasyona Babê bi awayekî zelal di encama planên qirêj ên bi xwîn ên dewleta Tirk de pêk hatiye. Ev li ber çavan e. Ev êrîşên qirkirina siyasî û şerê taybet ên di rêveberiya Erdogan û dewleta Tirk de pêk tê ne tenê li Kurdistan derbazî Ewropayê jî kirye. Bi taybet îmên sekvaniyê yên ku li Ewropayê bi cih kirine li dijî rêveber û siyasetmedarên Kurd di nava planên qirêj de tevger dikin. Ev plan hatine kifşkirin û ev pilanên ku hatine kifşkirin dayîne rêveberên Fransa, Elmanya û Belçîkayê. Li şûna tîmên ku hatine kifşkirin yên nû hatine bi cih kirin. Ya ji hemûyan girîngtir jî xebatkarên ku li sazî û dezgehên Tirk ku li Ewropayê dixebitin beşeke wê ya mezin weke sîxûr û dixin rewşa kontrayan de. Ev jî rewşeke cuda ye ku hatiye kifşkirin.
‘ŞERÊ QIRÊJ VEGUHESTIN EWROPAYÊ JÎ’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li paytexta Belçîka Brukselê şewitandina Enstîtuya Kurd, li bajarê Chalerloi şewitandina Navenda Çanda Kurd, 2 mînakên şênber in ku dewleta Tirk şerê xwe yê qirêj veguhestiye Ewropayê jî û wiha hat ragihandin, “Beriya niha jî li gelek bajarên Ewropayê êrîş bi ser saziyên Kurdan de hatibûn, siyasetmedarên Kurd hatibûn şopandin, der heqê wan de agahiyên qirêj serwîsî sefîrxaneyan hatibûn kirin.”
Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bicihkirin:
“Tevî hemû êrîş û agahiyên qirêj û komployan jî, Kurdan tevgera bihistyarî û bi zanebûn ji bo xwe esas wergirtine, li dijî van êrîşên qirêj ên dewleta Tirk, bertekên xwe yên demokratîk nîşan dane, ji bo rayedarên welatên têkîldarî hişyarî hatine kirin ku têkîldarî mijara tevdîran tevbigerin. Lê, welatên têkîldar nêzîkatiyên pêwîst pêk nanîne, li dijî çeteyên faşîst tevdîrên pêwîst bi cih nanîne û di encam de li dijî saziyên Kurdan êrîş pêk hatine.
‘SEROK OCALAN DI HEDEFÊ DE YE’
Îradeya esas a ku dîktatortiya AKP’ê û Erdogan hedef dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk û Erdogan ku dixwazin bi bêbandorkirina Serok Abdullah Ocalan gelê me teslîm bigire, ji ber vê jî hewl dide li dijî Girava Îmraliyê konseptên taybet ava bikin. Jinûve rojevkirina darvekirinê, kûrkirina tecrîdê, astengkirina hevdîtinê hem hewldanan şantajê ye hem jî helwesta tasfiyekirina Serok Abdullah Ocalan e.”
BANG
KCDK-E, di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:
“Em bang li gel û dostên xwe dikin, li dijî vê hewldana tasfiyekirina Serok Abdullah Ocalan û hem jî qirkirina Kurdan ji dewleta Tirk careke din bêjin ‘Êdî Bes e’. Em diyar dikin ku ji bo rawestandina vê qirkirina ku AKP û Erdogan li dijî jiyana siyasî, leşkerî û komunal a gelê Kurd pêş xistî çi pêwîst be em bikin. Em dibêjin ku, em Serok Abdullah Ocalan azad bikin, faşîzmê asteng bikin, ji qetlîama AKP’ê re dibêjin ‘raweste’. Em ji êşkence, zext û tundiya ku Erdogan ji bo gelê me rewa dibîne bibêjin ‘Êdî Bes e’.
Mîtîng û meşên wê 17’ê Kanûna 2016’an li Ewropayê di asta welat û eyaletê de bên lidarxistin wê li ser vê perspektîfê pêk werin. Em tevahî gel û dostên xwe dawet dikin ku bi tevahî hêza xwe tevlî van meş û mîtîngan bibin.”