Bi sedan zarok û jinên ku li Helebê asê mabûn hatin vegûhestin

Piştî çeteyên ku ji aliyê Tirkiye û Siûdî ve dihatin piştgirîkirin li Helebê windakirin û şûn de, agirbesta ku duh cara duyemîn hate îlankirin îro kete meryetê, bi sedan zarok, jin û birîndarên ku li rojhilatê bajêr asê mabûn hatin veguhestin.

Duh şev di nava komên çete û hêzên rejîmê yên ku li deverekî teng de asê mabûn lihevkirin pêk hat, di nava rojê de ji bo veguhestinê destûr hate dayîna nêzî 20 otobusan. Bi vê konvoyê jimara kesên ku vegûhestin rojhilatê Îdlibê gihişte 950 kesan.

Li gorî daxuyaniya ku duh ji aliyê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO) ve hate kirin, konvoya ku ji 21 otobûs û 19 ambûlansan pêk dihat ‘Bê ku kontrolkirina nasnameyan bê kirin’ ji Helebê derketin.

Li gel peymana ku duh şev hate er ê kirin li pêşberî destûrdayîna kesên ku li rojhilatê Helebê wê rê bê dayîn ku birîndarên ku li bajarokê Kefraya û Foûa ên di bin dorpêça komên çete yên li Îdlibê de derkevin. Ev daxwaz ji aliyê Hîzbûlahên ku li Îdilib û Helebê bi hêzên rejîmê re di nava şer de ne ve hatiye kirin.

Li gorî rejîm û Hîzbûlahan ji 15 hezar kesên ku dixwazin ji Helebê vegûhezin 4 hezar weke ‘Muxalîf’ tên binavkirin û beşeke mezin ji kesên bi çek ên girêdayî komên çeteyên redîkal in. Ev kes di nava dorpêçê de ne û di nava herêmeke 2,5 kêlometrekareyan de sînordar in.

Li aliyê din piştî ku çeteyên ku ji aliyê Siûdî û Tirkiyeyê ve dihatin piştgirîkirin windakirin û şûn de ji bo ji nû de rewşa mirovên li bajêr binirxînin wê sibehê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi lezgîn kom bibin. Daxwaza civînê, li ser daxwaza endamên daîmî yên Fransayê tê lidarxisitin.