34 kes hatin girtin, 3 jê zarok in
Li 7 bajaran 34 kes hatin girtin ku 3 jê zarok in, 8 kes jî hatin binçavkirin.
Li 7 bajaran 34 kes hatin girtin ku 3 jê zarok in, 8 kes jî hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê didomin. Li Wanê 5; li Gurgumê 2; li Amedê 8; li Mûşê 9; li Edeneyê 6; li Colemêrg 4 kes hatin girtin. Li Îzmîrê jî 8 kes hatin binçavkirin.
WAN
Ji 7 kesên ku roja Sêşemê li navçeya Elbak a Wanê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, 5 jê bi îdîaya ‘alîkarî dane rêxistinê’ hatin girtin. Feyyaz Erbay, Ozturk Bayer, Mîthat Bayer, Bayram Şakrak, Mehmet Umît Guler û Bayram Baykara duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Refîk Tayfûn û Bayram Baykara yên piştre tevlî dosyayê hatibûn kirin hatin berdan, 5 kesên din hatin girtin.
GURGUM
Li navçeya Elbîstan a Gurgumê duh Bayram Bozkûr û Alî Kirik di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî karûbarên li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê sewqî Edliyeya Elbîstanê hatin kirin. Kirik û Bozkûrt ên ku ji ber parvekirinên li ser tevna civakî bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê dike’ îfade dan dozgeriyê, ji hêla dadgehê bi heman îdîayê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku her du gurçikên Bayram Bozkûrt ê birin Girtîgeha Elbîstanê îflas kirine û ji ber vê jî her hefte 4 rojan di diyalîzê re derbas dibe.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê, 28 kesên ku 8 Kanûnê di serdegirtina hemwext de hatin binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî karûbarên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Sûlh Ceza hatin kirin û li vir 8 ji wan hatin girtin.
MÛŞ
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nîmet Sezgîn, Hevserokên berê yên DBP’ê yên navçeyê Nûrsel Yîgît û Naîf Erol, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Omer Çetîn Kaya, Şaredarê berê yê Kopê Ziya Karakaya, Şaredarê berê yê Melazgirê Nûrî Balci û Sanî Sondûk, Mukremîn Gur û kesekî ku navê wî nehat zanîn ku 9’ê Kanûnê li Mûşê hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê, 9 kes bi îdîayên ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘alîkarî dane rêxistinê’ hatin girtin.
EDENE
Songul Çetîn, Huseyîn Çetîn û Ilyas Aksû yên ku hefteyek berê li Edeneyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 3 kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi îdîaya ‘alîkarî dane rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kirin. Hakimtiyê jî bi heman sûcdariyan her 3 kes girtin û şandin girtîgehê.
3 zarokên ku li Ceyhanê hatibûn binçavkirin jî piştî karûbarên li emniyetê îro sewqî edliyeyê hatin kirin. 3 zarokên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi îdîayên “endamên rêxistinê ne’ û ‘li ser navê rêxistinê sûc kirine’ bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kirin. Hakimtiyê her 3 zarok bi heman tewanbariyan girt û şand girtîgehê.
COLEMÊRG
6 kesên ku duh li Colemêrgê hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 6 kesên ku îfadeyên wan ên dozgeriyê hatin girtin, 2 kes hatin berdan, Endamê Meclîsa Şaredariyê Nasrettîn Arslan, Mele îzzettîn Yalçin, Beyan Seven û Ayhan Sakli bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
ÎZMÎR
Li Taxa Ayrancilar a girêdayî navçeya Torbali ya Îzmîrê, polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de, bi îdîaya ku li ser hesabên xwe yên torên civakî ‘propagandaya rêxistinê dikin”, 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Torbaliyê.