MŞD’ê Cejna Êzî pîroz kir
MŞD’ê bi daxuyaniek nivîskî Cejna Êzî pîroz kir û got: “Cejna vê salê bibe boneya azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û xweseriya demokratîk a li Şengalê.
MŞD’ê bi daxuyaniek nivîskî Cejna Êzî pîroz kir û got: “Cejna vê salê bibe boneya azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û xweseriya demokratîk a li Şengalê.
Meclîsa Şengal a Derveyî Walat (MŞD) bi wesîleya Cejna Êzî peyemek nivîskî weşand û wiha got: “ Herçendî civaka Êzidî êşên giran, jiyana tarî, kuştin û ferman jî li ser hatibe pêk anîn jî, bi fermana dawî ku yek ji fermana herî hov ku li pêş çavê cîhanê pêk hat. Piştî fermanê û şûn de Civaka Êzidî bi avakirina Hêzên Parastina Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) xwe bi rêxistin kirin û Şengal ji destê çeteyên qirêj rizgar kir. Êdî bi pergala xweseriya demokratîk em ê cejnên xwe pîroz bikin û em ê bibin bingeha Êzîdxan û çarenûsa gelê Êzidî ya li cîhanê”
Herî dawî Meclîsê wiha anî ziman: “ Em Cejna Êzî li hemû civaka xwe ya Êzidî yên li seranserî cîhanê pîroz dikin û bi taybet civaka Êzidî ya li Şengal. Cejna vê sala bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û xweseriya demokratîk a li Şengalê.”