Li Rotterdamê ji bo zarokên Kobanê akivîteya piştgiriyê
Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Jinên Azad a li Rojava li bajarê Rotterdam a Hollandayê ji bo zarokên ku dayîk û bavên xwe winda kirine aktivîteya piştgiriyê li dar xistin.
Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Jinên Azad a li Rojava li bajarê Rotterdam a Hollandayê ji bo zarokên ku dayîk û bavên xwe winda kirine aktivîteya piştgiriyê li dar xistin.
Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî bi armanca ku piştgiriyê bidin zarokên ku li bajarê Kobanê dayîk û bavên xwe winda kirine û ji bo destek bidin navenda jiyanê a ku wê li Rojava bê avakirin aktivîteyeke ya piştgiriyê li dar xistin. Aktivîte li gel Wexfa Jina Azad a li Rojava (WJAR) bi armanca destekirina projeya bi navê “Kekesora Alan” hate lidarxisitin. Di şeva piştgiriyê de li gel Kurdan dostê wan Hollandî û Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî beşdar bû.
Projeya bi navê Alan’s Ranîbow (Keskeserora Alan) a ku ev demek dirêj e ku bi hevkariya Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Jina Azad a li Rojava bi rêve dibirin ji bo bikeve meryetê, di çarçoveya xebatan de duh li Rotterdamê aktivîteyeke ya piştgiriyê hate lidarxistin. Hemû xebatên ku di şeva ‘Keskeserora Alan’ de hate kirin ji bo pêşeroja zarokên Kobanê ronî bibe hatin pêşxistin. Ji hunermend ku derketin ser dike, yên ku alîkarî kirin û qisekerên ku di akitivîteyê de cih girtin bi dildarî beşdar bûne.
Di şeva aktivîteyê ku di saet 18:00’an de li Opera Zaalcentûrm a Dang Haagê hate lidarxistin ewilê li ser navê Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî Mevsîm Dîpdere axifî. Dîpdere diyar kir ku dema ku cenazeyê ‘Alan Kurdî’ li peravê ket êşa herî mezin a dayî me ya direngketina kar e. Lê bi vê projeyê heta niha me ji bo 196 zarok pêşerojekî ronî bidin avakirin. Her kesê ku başdarî vê şevê bibû li gorî derfetên xwe alîkarî dane vê projeyê.
JI BO ZAROKÊN KOBANÊ HELBEST GOTIN
Dibistiana Muzîkê ya Zûhal û Levent ku piştî perwerdehiya 6 mehan û şûn de Qoroya Zarokan a Nûpelda helbest ji bo zarokên di temenên xwe de stran gotin.Li ser navê Konferansa Jinan a Cîhanê Halînka Aûgûstîn jî axaftin kir. Aûgûstîn diyar kir ku berxwedana gelê Kurd ji bo her kesê bûye mînak e. Aûgûstîn wiha got: “Di dawiya her berxwedan û têkoşînê de bi teqez serkeftin heye, wê bi teqez têkoşîna azadiya Kurd bi ser bikeve.” Li ser navê New World Sûmmît Avîva Kon jî axifî. Kon got: “Em li wir dît ku ji derveyî tiştên ku ji mere dihat gotin cîhaneke nû hatiye avakirin. Piştgiriya enternasyonalên Rojava mînaka vê ya herî li ber çav e. Ji bo sîstema ku bûye hêviya hemû cîhanê ku bê avakirin divê her kes di nava piştgiriyê de be.”
Di şevê de koma çanda Fîlîpînî, hunermend Emrah Ozturk derketin ser dike. Meme Ararat jî bi peyamekê dîmen beşdarî şeva piştgiriyê bû.
FAYSAL SARIYILDIZ: YÊ KU WÊ WINDA BIKE WÊ DIKTATORIYA ERDOGAN BE
Perlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axifî û bal kişan ser yekemîn salvegera berxwedana Cizîrê. Sariyildiz kesên ku di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û diyar kir ku Erdogan ji bo destkeftiyên gelê Kurd xesp bike destpêkê êrîşî Kobanê û piştre jî li Cizîrê komkûjî û qikirkirin pêk anî. Sariyildiz destnîşan kir ku şahidî ji her 2 bajaran re kiriye û got: “Min li wir dît ku ciwanan çawa ji bo pêşeroja civakê rol lîstin.” Sariyildiz diyar kir ku li berxwedana Kobanê û Cizîrê jî jinan pêşengtî kirin û wiha anî ziman: “Wê bi teqez ev zilim bi dawî bibe û wê desthilatdariya Erdogan hilweşe. Lê ji bo hê zêdetir kes neyên qetilkirin û êş neyê kişandin wê berxwedana û piştgiriya me vê bide nîşandan. Sariyildiz herî dawî bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin zarokên Kobanê û kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de malên wan hatine wêrankirin bikin. Her kes destekê bide ‘Kampanyaya Xûşk û Bira’.