ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Şirnexê banga piştgiriyê hate kirin
Koordînasyona Piştgiriya ji Cizîrê heta Sûrê ji bo Şirnexê, ku bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê gelekî giran bûne, banga piştgiriyê kir. -
Bîlgen: Em ê bi biryardarî têbikoşin
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, desthilatdariya siyasî berpirsyarê êrîşên li dijî avahiyên partiya wan e û got, erka her kesî ku bi aqlê selîm rabe û di vî warî de bangê bike. -
Êrîş Andok li Moskowayê hate bibîranîn
Êrîş Andok, ku di berxwedana Ertûşê de jiyana xwe ji dest da, li Moskowayê ji hêla malbatê û Kurdistaniyan ve hate bibîranîn. -
Şaredariyeke din a DBP'yî hate desteserkirin
Şaredariya navçeya Akdenîzê ya Mersînê ya DBP'yî, bi rêya qeyûm hate desteserkirin. -
'Li ser rola MÎT'ê ya di cînayeta Parîsê de dihat rawestîn'
Nûçegihan Selma Akkaya ku ji destpêka komkujiya Parîsê ve doz dişopand, bûyerên gengaz ên piştî mirina kujer Omer Guney biqewimin, ji ANF’ê re nirxand. -
Komkujiyên sê jinên Kurd, Charlîe Hebdo, 13'ê Mijdarê...*
Her kuştinek nehat ronîkirin, rê li ber kuştineke din vekir. Her kuştinek hat nixumandin bû sedema yeka nû. Hevkarî yan jî hevpariya sûc, weke aliyê hevpar ê hemû cînayetên siyasî derket pêş. -
AKP/Qesr li Goteborgê hate şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan li se banga KCDK-E li bajarê Goteborg ê Swîsreyê daketin qadan û operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin. -
Komkujiyên Mereş û Roboskî li Peîne hatin şermezaririn.
Li bajarê Peîne yê Elmahyayê, komkujiyên Mereş û Roboskî bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. -
Tecrîda li ser Ocalan li gelek cihan hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. -
'Eger dozê dest pê kiribûya wê ne tenê Omer Guney bihata darizandin'
KCDK-E li ser mirina kujerê komkujiya Parîsê Omer Guneyê daxuyaniyek da û got, "Eger dadgehê dest pê kiribûya, wê ne tenê Omer Guney, di heman demê de dewleta Tirk, MÎT a Tirk, hikûmeta Tirk, Erdogan û rêveberên Tirkiyeyê bihata darizandin." -
Li Baselê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin. -
Kurdên li Metrepolan tên lînçkirin
Li nêzîkî avahiya HDP’ê ya li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê teqînek pêk hat. Li gelek navçeyan jî li dijî avahiyên HDP’ê ji aliyê komên faşîst ve êrîşên nîjatperestî tên lidarxistin. -
Keskîn: Ne mirinê, çareseriyê dixwazin
Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de, li pêşiya avahiya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniyek da û ev peyam da: “Ne mirin, çareserî” dixwazin -
Faşîstan êrîşî avahiyên HDP’ê yên li Bagcilar û Uskudar kirin
Faşîstan êrîşî avahiyên HDP’ê yên li Bagcilar û Uskudarê kirin. Komên faşîst ên ku li pêşiya avahiyê kom bûn û bi tekbîr û dirûşman ve agir berdan avahiyê -
Ciwanên Azad, 3’yemîn Kongreya xwe bi şîara ‘Em faşîzmê parçe bikin’ li dar xist
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist. 3’yemîn Kongreya Ciwanên Azad, bi şîara “Bi coşa şoreşê xwe bi rêxistin bike, bi ruhê tolhildanê faşîzmê parçe bike” hat lidarxistin. -
Şervanên Xezeba Firatê 5 gund û gundikekî din jî rizgar kirin
Şervanê Odeya Çalakiya Operasyona Xezeba Firatê 5 gund û gundikek din jî ji çetan rizgar kirin. -
Ji malbatên Cansiz, Şaylemez û Dogan li dijî Fransa bertek
Malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di qetlîama Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, bertek nîşanî Fransayê ya ku rê nade kujer Omer Guney bîne pêşberî dadgehê. -
Li Stockholmê faşîzma AKP’ê hate protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP/Qesrê ku li ser gelê Kurd dide meşandin li paytext Stockholm a Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Endazyarên ku dawî li karê wan anîn: Ji bo siberojeke birûmet em ê têkoşînê bidomînin
Endazyarên ku ji aliyê qeyûmên ku destdanîn ser şaredariyan û dawî li karê wan anîn civîna çareseriya alternatif û piştgiriyê li dar xistin, ev peyam da: “Ji bo jiyaneke weke mirovan û pêşerojeke birûmet, em qet ji dev têkoşîna xwe bernadin. -
Omer Guney ê ku qetlîama Parîs pêk anî, mir
Hat diyarkirin ku Omer Guney ê ku li paytext Parîs a Fransayê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetilkir, miriye. -
Li Kayseriyê hêjmara kuştiyên leşkeran gihişte 14'an
Li Kayseriyê di encama çalakiya bombeyî de ya li dijî komandoyên bi taybet perwerdekirî ya 1.Tugaya Komandoyan hate lidarxistin, hêjmara kuştiyan gihişte 14’an. -
Leşkerên Tirk li ser sînor 3 ciwanên Sûriyeyî qetil kirin
Leşkerên Tirk, li ser sînor gule li 3 ciwanên Sûriyeyî reşandin û qetil kirin. -
Li Kayseriyê li dijî avahiya EMEP’ê êrîşa nîjadperestî
Li Kayseriyê piştî êrîşa li ser HDP’ê û şûn de, êrîş li ser avahiyên EMEP’ê û CHP’ê jî hate kirin. -
5 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan, di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de 5 gundên din ji çeteyan rizgar kirin. -
Li Kayseriyê êrîşa faşîst: Piştî ku polîs mifte stand..
Derkete holê ku polîsan destûr dane ku bînahiya HDP’ê ya li Kayseriyê were şewitandin.