Balûken: Em di têkoşîna xwe ya birûmet de hê biryardartir in

Balûkenê HDP’î yê li girtîgehê tê ragirtin, got, “Ez dixwazim diyar bikim ku me hêvî û baweriyek mezin bi pêş xistiye, têkoşîna xwe ya bi rûmet bi îradeyek hê bi biryardartir didomînin.”

Parlamenterê Semsûrê yê HDP’ê Behçet Yildirim peyama Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Nimre 2 ya Kandirayê tê ragirtin anî Meclîsê.

Di peyama Balûken de ku Yildirim ji kursiya Meclîsê xwend ev hatin gotin;

“Yên nikarîbûn serî bi me re derkevin, wek mîna yên berê, serî li rêbazên mîna girtin, zîndan û tecrîdê dan. Xwestin di şexsê me de îradeya aştî û azadiyê bişkînin, hêvî û baweriya kum e ji bo siberojên demokratîk û azad ava kiribûn teslîm bigirin. Bê guman, li dijî van garabetên hiqûqê, van zilman ez dixwazim diyar bikim ku me hêvî û baweriyek mezin bi pêş xistiye, têkoşîna xwe ya bi rûmet bi îradeyek hê bi biryardartir didomînin.”

Balûken bi berdewamî ev gotin, “Nîşandayina heqîqetan û mezinkirina vê têkoşîna me ya bi rûmet, wezîfe û berpirsiyariya dîrokî ya her kesî ye. Dema ev wezîfe pêk tê jî gelekî girîng e ku derî bi derî, mal bi mal, ev kesên ku bi hesabê yek zilam an jî yek partiyê aştiya bi rûmet dikin qurbanê berjewendiyên xwe bên teşhîrkirin. Bi taybet jî divê hewl bê dayîn ku bê çawa AKP’ê têkîldarî destûrek bingehîn a çareseriya demokratîk, aştiyane, azadîxwaz û sivîl mîlyonan kes xapandine. Yên soza hizûr, refah û îstîkrarê dan civakê ji bilî kaos, şer û bêîstîkrariyê ti tişt nedan. Ti kesê ji bo girtina hevserokên partiyekê, parlamenterên wê, hevşaredarên wê û kûrkirina pirsgirêkên heyî deng neda AKP’ê. Ev rastî, divê li her cihê baş bê fêmkirin.

Bi xebatek hê zêdetir, piştevaniyek hê mezintir, ez bi baweriyek tam im ku em ê van rojên tarî bibihurin.”