Gundên Ebu Xoya û Cabir ên li bakurê Reqayê hatin azadkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê, gundên Ebu Xoya û Cabir ên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, rizgar kirin.

Piştî ku gundên El Mesut û El Xefî yên 6 kîlometreyan li başûrrojavayê gundê Ebu Erdanî ne û 48 kîlometreyan dûrî Reqayê ne, hatin rizgarkirin, şervanên Odeya Çalakiyan berê xwe dan gundên Ebu Xoya û Cabir ên ku 3 kîlometreyan dûrî gundê El Mesut in. Şerê dijwar ê saet nêzî 14.00’an li her du gundan dest pê kir, heta saet 16.30’an dewam kir. Piştî şer ku gelek çete hatin kuştin, her du gund jî ji çeteyan hatin paqijkirin û ji hêla şervanan hatin azadkirin.

Li gundên rizgarkirî xebatên şervanan ên lêgerîn-lêkolînê didomin.