Bîlgen: Li Şengal, El Bab, Minbicê biryarê wê gel bide

Berdevkê HDP’ê Bîlgen, li dijî operasyonên qirkirina siyasî û astengkirina înternetê hewlest nîşan da û got, “pirsgirêk ne hêmayî ne ku çareserî wiha pêk were! Mirovên ku li Sûriyê têne şewitandin, mirovên rastî ne.”

Bîlgen diyar kir, “Yên ku biryarê li ser siberoja Şengalê, El Babê û Minbicê bidin, gelên wê deverê ne” û got, Tirkiye gav bi gav dibe Israîla 2’yemîn.

Berdevkê Partiya HDP’ê (Partiya Demokratîk a Gelan) Ayhan Bîlgen li Navenda Giştî ya HDP’ê, di civîna Deseteya Rêveber a Navendî de daxuyaniyek çapemeniyê da.

QIRKIRINÊN OPERASYONÊN SIYASÎ

Bîlgen bal kişande ser operasyonên qirkirina siyasî û got, “Vê sibehê Cîgira Hevseroka me ya Giştî Aysel Tugul hate binçavkirin. Her çendî bibêjin, ji ber sedema, dema ku di rêveberiya KCD’ê de hatiye binçavkirin jî, êdî em bawer nakin ku pêvajoyeke hiqûqî tê birêvebirin. Ên ku sedema binçavkirina wekîlên me bi wê ve girêdidin ku neçûne îfade nedane, ji ber çi sedemê têkildarî peywîra Aysel Tugluk a di KCK’ê de bi salane nehate binçavkirin lê niha binçav dikin.”

ŞEWITANDINA LEŞKERAN

Li ser şewitandina du leşkerên Tirk ên bi destê DAIŞ’ê ku li El Babê hate şewitandin û bêdengmayina rayedarên dewleta Tirk jî  Bîlgen  wiha got: “Rêveberên Tirkiyê li şûna ku talokeyê bi civakê re par ve bikin, çareseriyê di astengkirina înternetê de dibînin. Pirsgirêk ne hêmayî ye ku çareseriya wê bi vî rengî pêk were. Leşkerên ku li Sûriyê dişewitin, mirovên rastîn in. Malbatên wan rastî in. Li şûna ku dev ji şaşîtiyê biqerin, li şûna ku civakê agahdar bikin, veşartinê hildibijêrin.”

‘LI ŞENGAL, EL BAB Û MINBICÊ BIRYARÊ WÊ GEL BIDE’

Berdevkê HDP’ê li ser siberoja Şengal, El Bab û Minbicê jî got: “Li Şengalê trajediyeke mezin a mirovahiyê hate jiyîn. Bi hezaran jinên Êzîdî ji hêla wan hêzan ve ku ew der dagir kirin, li bazaran hatin firotin. Çîrokên bi sedsan jinên ku destdirêjî li wan hate kirin, ji hêla medyaya navnetewî ve hate şopandin. Ên ku wan deman li ser rewşa ku dihate jiyîn nebûn xwedî helwest, ku hêza bi mebesta xweparastinê ya Êzîdiyan li ber xwe weke gefê dibînin, tiştekî ku mirov ji wan re bibêje nîn e. Li Şengalê jî, El Bab û Minbicê jî, yê ku biryarê li ser siberojan wan bide, gelê wê deverê ye.”