Serokê Giştî yê TGS'ê: Bila rojnamevan derhal bên berdan!

Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş xwest, rojnamevanên li Stenbol û Amedê hatine binçavkirin derhal bên berdan.

Nerazîbûna li binçavkirina Midûrê Nûçeyan ê DÎHA Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksû, nûçegihanê Dîkenê Tûnca Ogreten, Berpirsyarê Hesabgiriyê yê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, Midûra Karên Nivîsê ya ETHA'yê Derya Okatan û xwediyê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin, zêde dibe.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş ji ANF'ê re axivî û xwest, rojnamevanên hatine binçavkirin derhal bên berdan. Dûrmûş diyar kir, bi bêdengkirina dengê mûxalîfan re hewl tê dayîn rejîm li Tirkiyeyê were guhertin û anî ziman, ji ber vê yekê rojnamevan tên girtin an jî bêkar tên hiştin.

'DIVÊ ROJNAMEVAN JÎ, GEL JÎ BÊDENG NEMÎNIN'

Dûrmûş destnîşan kir, divê rojnamevan li dijî vê sansur û tek dengiyê derkevin û çi dibe bila bibe rastiyan binivîsînin.

Dûrmûş anî ziman, di vir de wezîfe dikeve ser milê gel jî û got, lazim e gel xwedî li mafê xwe ye wergirtina nûçeyan derkeve. Dûrmûş got, "Eger raya giştî xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê dernekeve, desthilatdarî wê vê qadê hê bêhtir bigire. Ji ber vê yekê divê mirov li ber vê atmosfera tirsê rabin."

'RTUK'Ê XWE XISTIYE ŞÛNA DADGEHÊ'

Dûrmûş girtina Yol TV jî nirxand û destnîşan kir, biryar RTUK'ê ne qanûnî ye. Dûrmûş da xuyakirin, nabe ku RTUK bi hinceta 'heqaret li Serokkomar kiriye' Yol TV bigire û got, "Eger heqaretek li Serokkomar hatibe kirin, hingî wê doz bê vekirin. Lê RTUK xwe di vir de xistiye şûna dadgehê. Lewma nabe ku RTUK bi vî rengî qenala televîzyonê bigire."

'EM Ê QEBÛL NEKIN'

Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş diyar kir, ew ê girtina qenalên mûxalîf û girtina rojnamevanan bi ti awayî qebûl nekin û têkoşîna xwe ya li dijî zextên li ser çapemeniyê zêde bikin.