Kedkarê Têkoşîna Azadiyê Salîh Ozdemîr jiyana xwe ji dest da

Kedkarê çapemeniya azad, endamê desteya weşana televîzyona Med Nûçeyê Salîh Ozdemîr ê li nexweşxaneya li bajarê Brûksel ê Belçîkayê di hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Ozdemîr ê ku çend roj beriya niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Brûkselê hatibû emelyatkirin, di odeya rewşa giran de, îro di saetên danê nîvroyê de jiyana xwe ji dest da.

Ozdemîr di sala 1960’an de li navçeya Mêzgêr a Dersimê jidayîk bûye. Di temenê xwe yê ciwantiyê de Tevgera Azadiya Kurd nas dike. Ozdemîr ê ku di nava têkoşînê de cih girt, 22 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Ozdemîr ê ku di nava tevgera siyasî ya Kurd de cih girt, piştî ku ji girtîgehê hate berdan ji neçarî derbasî Ewropa bû. Ozdemîr li Ewropayê di saziya çapemeniya azad de xebitî, di Roj TV, Nûçe TV û Med Nûçe TV de kar kir.

Herî dawî Ozdemîr di desteya weşana Med Nûçe TV de erkdar bû.