Li Înnsbrûckê panela li ser komkujiyên ji Mereşê heta Roboskî
Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Kanûnê de hatine kirin, panelek bi sernavê 'Ji Mereşê heta Roboskî komkujî' hate lidarxistin.
Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Kanûnê de hatine kirin, panelek bi sernavê 'Ji Mereşê heta Roboskî komkujî' hate lidarxistin.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyonek li ser komkujiyên hatine kirin, hate nîşandan.
Ji Komeleya Parastina Çand û Xwezaya Dersîmê Abbas Dersîmî weke qiseker beşdarî panelê bû û got, "Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan dagirtî ye. Ji komkujiya Dersîmê û vir ve timî li dijî Elewî, Kurd û Şoreşgeran komkujî kir."
Şahidê komkujiya Mereşê û endamê Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Jenbachê Mehmet Meraş jî li vir axivî. Meraş da xuyakirin, zîhniyeta ku li Mereşê pitikên di zikê dayikan de dikuşt, îro li Cizîr, Sûrê di jêrzemînan de mirov bi saxî kuşt.
Qisekerekî din ê panelê jî ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Rodî Amed bû.
Amed diyar kir, dewleta Tirk komkujiyên ku beriya niha bi hêzên xwe yên faşîst dikir, niha bi xwe dike û got, "Bi vî awayî xemsariyê li ser civakê ferz dike. Em çiqasî xwe li dijî vê dewletê bi rêxistin bikin, xurt bikin û hêza xwe bikin yek, em ê bi ser bikevin. û karibin pêşî li komkujiyên gengaz bigirin."