Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyan hatin girtin
Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyên Balikesîrê, li ser îtiraza dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyên Balikesîrê, li ser îtiraza dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyên Balikesîrê, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, li ser îtiraza dozgeriyê careke din hatin binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji 8 hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyan ên hefteya bihurî hatin binçavkirin, Hevserokê HDP'ê yê Balikesîrê Cafer Saritepe, Hevseroka Navçeya Edremîtê Selînay Polat û Hevserokê Navçeya Ayvalikê Omer Varîl hatibûn girtin. hevserokê Navçeya Bandirmayê Alî Bora, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Balikesîrê Gulderen Kasap, Hevserokê Navçeya Ayvalikê Tellî Işik, Hevseroka Navçeya Bandirmayê Nesîbe Yoyler û Hevserokê navçeya Bûrhaniyeyê Zeynel Altan li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ji nû ve hatin binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.