BI DÎMEN

Li Montepllîerê panela li ser komkujiyan

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Kanûnê de hatin kirin, panelek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di panelê de sînevîzyonek li ser komkujiyan hate nîşandan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Montpellîerê Cevat Guneş li panelê axivî û diyar kir, dewleta Tirk komkujiyên ku beriya niha bi destê dûvikên xwe yên faşîst dikir, niha bi xwe dike.

Guneş got, "Em li dijî vê dewletê çqasî xwe bi rêxistin bikin, çiqasî xwe xurt bikin û bibin yek, em ê serketî bin" û anî ziman, bi vî rengî dikare pêşî li komkujiyan were girtin.

Siyasetmedarê Kurd Bişar Serhat jî da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo kuştina Kurdan her tim bi rengekî hovane êrîş kiriye.

Serhat diyar kir, ji ber van komkujiyan PKK derketiye holê û wiha dewam kir: "Li pêş çavan e bê dewleta Tirk bi çi rengî komkujiyan dike. Duh li Mereş û Roboskî kir, îro li Cizîr, Sûr û bajarên din ên Kurdistanê komkujî kir. Zîhniyeta dewleta Tirk a kirina komkujiyan ti carî neguherî ye. Kampa ku îro ji aliyê AKP'ê ve li Terolarê tê kirin, plana komkujiya duyemîn a Mereşê ye. Ji bo komkujiya Mereşê ya nîvco maye temam bikin, planan amade dikin. Lazim e em li dijî vê zîhniyetê bi hev re têbikoşin. Bi têkoşîneke bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em soz didin, em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."