Li Bakurê Caber şerê dijwar: 18 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundê Bakurê Caber ê dikeve Rojavayê Reqayê kirin. Di şerê de 18 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundê Bakurê Caber ê dikeve Rojavayê Reqayê kirin. Di şerê de 18 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ`ê, îro saet di 13.30’an de ji aliyê bakurê ve êrîşî gundê Caber kirin. Çeteyan di êrîşa xwe de wesayîtên zirxî û bombebarkirî bikar anîn,li ser vê yekê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bersiveke tund dan çeteyan. Şerê li derdora gund hê jî didome.
Di encama şer de 18 çete hatine kuştin û wesayîteke zirxî ya çeteyan hate ruxandin.
Çeteyên DAIŞ’ê di saet 04:00’an de êrîşî gundê Sêgul ê ku 11 km ji gundê Kadiriyê dûre kirin, di encama bersivdayîna xurt a şervanan, di şer de gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 5 çeteyên DAIŞ’ê jî kete destê şervanan.