Yol TV wê bêdeng nemîne!
Girtina Yol TV û binçavkirina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Serokê Mala Cem a Sûltangazî ya Pîr Sûltan Abdal Zeynel Odabaşi hate şermezakirin.
Girtina Yol TV û binçavkirina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Serokê Mala Cem a Sûltangazî ya Pîr Sûltan Abdal Zeynel Odabaşi hate şermezakirin.
Girtina Yol TV ya ji hêla RTÛK’ê ve û binçavkirina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Serokê Mala Cem a Sûltangazî ya Pîr Sûltan Abdal Zeynel Odabaşi li Qada Galatasarayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ku nûnerên saziyên Elewiyên li Tirkiyê û Ewropa amade bûn, her wiha li gel wekîlê HDP’ê Erdaş Aktaş nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên girseyî yên demokratîk jî cih girtin.
Di çalakiyê de pankartên wekî ‘’Yol TV ya ku kenela Elewî, kedkar, jin, ciwanan e nikare were bêdengkirin’’, ‘’Têkoşîna mafdar a Elewiyan nikare were darezandin, girtin, komkujî nikarin me têk bibin. Bila Serokê me Zeynel Odabaşi were berdan’’, ‘’Di sala 38’an de Meraşê ji bîr neke, hesab bipirse, dengê Elewiyan Yol TV nikare were bêdengkirin” hate vekirin.
Di çalakiyê de pirî caran dirûşmên wekî, ‘’Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’, ‘’Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’’, ‘’Zeynel Odabaşi ne tenê ye’’û ‘’Li dijî faşîzmê em mil bidin hev’’ hatin berzkirin.