Nîşaneya medya Kurd: Ozgur Gundem
Nîşaneya medya Kurd rojnameya Ozgur Gundem, ku di sala 1992'an de ji bo ragihandina rastiyan dest bi weşanê kir, her tim bû hedefa dewlet, desthilatdarî û hêzên paramîlîter ên Tirk.
Nîşaneya medya Kurd rojnameya Ozgur Gundem, ku di sala 1992'an de ji bo ragihandina rastiyan dest bi weşanê kir, her tim bû hedefa dewlet, desthilatdarî û hêzên paramîlîter ên Tirk.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 30'ê Gulana 1992'an de bi dirûşma "Rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne" dest bi weşanê kir. Bi derketina hejmara yekemîn re bû hedefa desthilatdarî û hêzên tarî yên dewletê. Ji bombekirina buroyên rojnameyê heta kuştina bi dehan xebatkarên wê, bi her awayî zext, zordarî û êrîş lê hate kirin.
Lê belê rojnameya Ozgur Gundemê ti carî xwe ji ragihandina rastiyan venegirt. Rojnameyê di hejmara xwe ya yekemîn de bi manşeta "Serwerî bê şert û merc di destê DGM de ye" nîşan da bê wê xeteke çawa ya weşanê bişopîne. Rojname hem bi Tirkî hem jî bi Kurdî hate weşandin û bi vî rengî bû yekemîn rojnameya rojane ya bi her du zimanan hate weşandin.
Rojnameya Ozgur Gundemê, xeta weşanê ya rojnameya Ozgur Ulkeyê ku heftane dihat weşandin, kir weşana rojane û gihand roja îro. Rojnamevanê xwedî tecrûbe Ragip Dûran bû berpirsyarê weşana giştî, Taner Kûtlay bû midûrê karên nivîsê, Semra Somersan bû midûra nûçeyan, Selçûk Gur jî bû midûrê karên nivîsand. Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Orgeneral Dogan Gureş dabû xuyakirin, ku 101 caran giliyê rojnameyê hatiye kirin, lê belê dadgerî bi erka xwe ranebûye. Tîraja rojnameyê di demeke kurt de bû 30 hezar.
Di 8'ê Hezîrana 1992'an de, ji nûçegihanên rojnameyê yên buroya Amedê Hafiz Akdemîr di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Êrîşa li dijî nivîskar, nûçegihan û belavkarên rojnameyê bi êrîşa li dijî Hafiz Akdemîr dest pê kir û di encamê de 76 xebatkarên rojnameyê bi kiryar nediyar hatin kuştin.
KUŞTINA XEBATKARAN
Di 31'ê Tîrmehê de nûçegihanê Êlihê Yahya Orhan dema diçû mala xwe li naverastê hate kuştin. Nûçegihanê Amedê Bûrhan Karadenîz di 5'ê Tebaxa 1992'an de ji ber êrîşa Hîzbul-Kontra di 19 saliya xwe de felç bû. 4 roj piştî vê êrîşê di 9'ê Tebaxê de nûçegihan Huseyîn Denîz li Rihayê hate kuştin. Di 20'ê Îlonê de li Amedê rewşenbîrê Kurd, rojnamevan nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) ji aliyê JÎTEM'ê ve hate kuştin. Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel têkildarî mijarê bersiv da pirsa rojnamevan Hasan Cemal û di vê bersiva xwe ya Tebaxa 1992'an de wiha gotibû. "Yên hatine kuştin, ne ew rojnamevanên hûn dizanin e. Milîtanên ku kincê rojnamevaniyê li xwe kirine. Hevdu dikujin."
Rojnameya Ozgur Gundemê ku rûyê rast ê polîtîkayên şerê qirêj ê dewlet Tirk li gel û raya giştî re radigihand, tevî hemû êrîşên salên 1990'î jî li ser piyan ma. Di nava 2 salan de 76 xebatkarên rojnameyê ji aliyê JÎTEM'ê û Hîzbûl-Kontra ya bi dewletê re dixebitî, hatin kuştin. Bi dehan nûçegihanên weke Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Nazim Babaoglû li naverastê hatin kuştin.
EV AGIR WÊ WE JÎ BIŞEWITÎNE
Tevî vê yekê, li nûçegihan û edîtorên rojnameyê cezayên girtîgehê yên zêdeyî sedsalî hate birîn. Di 17'ê Nîsana 1994'an de hate girtin. Lê belê rojname nesekinî û di 28'ê Nîsanê de bi navê Ozgur Ulke careke din dest bi weşanê kir. Ji ber polîtîkaya xwe ya weşanê, bi fermana Serokwezîra wê demê Tansû Çîller 3 buroyên rojnameya Ozgur Ulkeyê di 4'ê Kanûna 1994'an de hatin bombekirin. Di van êrîşên bombeyî de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da, zêdeyî 20 xebatkar birîndar bûn.
Rojek piştî bombeyê, rojnameya Ozgur Ulke bi manşeta "Ev agir wê we jî bişewitîne" derket. Piştî bombekirinê rojname di pratîkê de hate girtin. Vê carê di 13'ê Nîsana 1995'an de bi navê Yenî Polîtîka dest bi weşanê kir. Hejmara destpêkê ya Yenî Polîtîka hat sansurkkirin. Piştî demeke kurt di 16'ê Tebaxa 1995'an de bi hinceta ku dewama Ozgur Ulkeyê ye hate girtin. Gelek xebatkarên rojnameyê ji aliyê dewletê û hêzên tarî yên paramîlîter ve hatin kuştin. Berpirsyarên van êrîşan ti carî nehatin darizandin.
Xebatkarên çapemeniya azad ên Kurd, ku serî li ber terora dewletê netewandin, piştî 2 salan di 12'ê Kanûna 1996'an de bi navê Demokrasiyê rojnameyeke derxistin. Dewleta ku ji kevneşopiya weşanê ya vê rojnameyê aciz bû, careke din ket dewrê û di 3'ê Gulana 1997'an de deriyê rojnameyê girt. Bêguman xebatkarên çapemeniya azad wê nesekinîbûna. Ji xwe di 7'ê Tîrmaha 1997'an de bi navê Ulkede Gundem rojnameyeke nû gihandin ber destê xwendevanan.
Xebatkarên vê rojnameyê jî bûn hedefa dewletê û hêzên tarî yên paramîlîter. Bi gef, îşkence, qedexe û zextê hewl dan pêşî li karê xebatkarên rojnameyê bigirin. Piştî dayîna cezayên di asta rekorê de, ev rojname jî hate girtin. Di 18'ê Nîsana 1999'an de vê carê bi navê Ozgur Bakiş rojnameyê dest bi weşanê kir. Gelek caran li vê rojnameyê jî ceza hatin birîn. Piştî Ozgur Bakişê xebatkarên çapemeniya azad bi navên cuda rojnameyên heftane û rojane derxistin.
Piştî 17 salan, di 4'ê Nîsana 2011'an de rojnameya Ozgur Gundemê bi dirûşma "Rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne" gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê 'Operasyona çapemeniya KCK'ê de gelek xebatkarên Ozgur Gundemê û xebatkarên çapemeniya azad bûn hedefa operasyoneke berfireh. Di encamê de nêzî 50 rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Zextê li Ozgur Gundemê her dema kir, lê mîna salên 1990'î rojname ji karê xwe venegeriya. Rojnameya Ozgur Gundemê bi destak çapemeniya sosyalîst û dostan, di 21'ê Mijdara 2011'an de bi 4 rûpelan jî be bi manşeta "Hûn ê nikaribin bêdeng bikin" hat weşandin. Zextên li rojnameyê her dewam kir. Di Adara 2012'an de cezayê rawestandina weşana rojnameyê ji bo mehekê hate birîn. Di sala 2014'an de rojnamevan hatin berdan, lê belê darizandina wan dewam dike.
JI XETA XWE YA WEŞANÊ TAWÎZ NEDA
Rojnameya Ozgur Gundem ku ji xeta xwe ya weşanê ti carî tawîz neda, her tim bû hedefa êrîşan. Di sala 2016'an de li berpirsyara weşana giştî Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsê ya berê Rehyan Çapan 7 sal û 6 meh ceza hate birîn. Li dijî van doz û zextan, di 3'ê Gulana 2016'an de kampanay berpirsyariya weşana giştî ya nobedar ji bo destekê hat destpêkirin. Lê belê li dijî her rojnamevanê ku tevlî vê kampanyayê bûn, doz hatin vekirin.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxa 2016'an de bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' hate girtin. 25 xebatkarên wê bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser malên Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnameyê Asli Erdogan, Berpiryara Weşana Giştî ya berê Eren Keskîn, nivîskar Fîlîz Koçalî û Ragip Zarakokû. Di encamê de Asli Erdogan hate binçavkirin û girtin.
SIBE: Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ji rastiyan tawîzê nade