Serokê Meclîsa Şengal a Diaspora (MŞD) Fîkret Îgrek bi van gotina bersiv da Barzanî: “Şengal ya gelê Şengalê ye û yên li Şengalê dijîne. Ew gel wê ji bo Şengal û siberoja Şengalê biryar bide. Mayîn û derketina PKK’ê, biryara gelê Şengalê ye, ew maf ê wan e. Bila Mesût Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, ji bo berjewendiyên xwe û AKP’ê Şengalê neke mijara bazarê. Hêzên YBŞ’ê hene, li dijî çeteyan şer dike, ew in qeder û hebûna wî gel di nava her şert û mercan de diparêzin.”
Îgrek bibîr xist, dema 3.8.2014’an hêzên li Şengalê ji bo parastina Şengalê hebûn, civaka Ezidî ne parastin, tenê hiştin û lewra qiyemetek mazin çeteyên DAIŞ’ê bi serê civake Ezidî anî, kûştin, êsîr girtin cih û warê dîrokî yê Kurdîstanê talan kirin. Ew hêza ku li Şengalê bûn hêzên KDP’ê bûn. Ezidî ji qirkirinê re hiştin. Civaka Ezîdî wê ji bîr nake û bawarîya xwe edî bî hêzên ku ew hiştine û neparastin naîne.
Serokê MŞD’ê Fikret Îgrek destnîşan kir ku tevgere azadiyê, YPG û YPJ’ê Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Di nava her şert û mercên herî giran de, bi berdêlên mezin korîdor vekirin û bi sedhezaran Êzidî ji mirinê xilaskirin. Tevgera Azadiyê bi hemû derfetên xwe Êzidî parastine, xwedîkirin û bi rêxistinkir.
Îgrek diyar kir ku piştî fermanê, PDK ambargo li ser Şengalê danî. Kes an jî hêza ku civakekê bifiroşe, mafê wî nine ku li ser wê civakê bibe xwedî biryar an jî biryar bigire. Ewropa û gelek welatên cîhanê baş zanîn ku Meclîsa Şengal a Avaker ji bo xweseriyê 14.01.2015’an hate avakirin û Meclîsa Şengalê ya derveyî welat jî 15.03.2015’an hate avakirin. Îgrek got: “YBŞ û YJŞ hatin damezirandin, bi hezaran şervanan li dijî dijminê hov ê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedanekî bê hempa li berxwedan û heta niha zêdetirî 200 şervanên YBŞ/YJŞ û Tevgera Azadiyê jiyan xwe ji dest dan. Divê ev neyê ji bîr kirin ji bo xweseriya Şengalê xwîna xwe rijandine, êdî gav şûnde nayê avêtin bila her kes vê yekê baş bizanibe.”
Serokê Meclîsa Şengal a Diasporê Fikret Îgrek wiha anî ziman: “Şengal axa Kurdistanê ye ne milk û axa ti serok yan jî hêzane. Şengal ya gelê Şengalê ye û yên li Şengalê dijîne. Ew gel wê ji bo Şengal û siberoja Şengalê biryar bide. Mayîn û derketina PKK’ê, biryara gelê Şengalê ye, ew maf ê wan e. Bila Mesût Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, ji bo berjewendiyên xwe û AKP’ê Şengalê neke mijara bazarê. Hêzên YBŞ’ê hene, li dijî çeteyan şer dike, ew in qeder û hebûna wî gel di nava her şert û mercan de diparêzin.”
Herî dawî Îgrek got: “Divê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dev ji vê nêzîkatiya li hember civaka Êzidî berde û bi lezgînî ji şaştiyên xwe vegere, rêz ji civaka Êzdî re bigire û xweseriya Şengalê biparêze."