Li Kopenhagenê civîna gel a li ser rewşa Rojava
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi beşdariya nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê civîna gel hate lidarxistin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi beşdariya nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê civîna gel hate lidarxistin.
Civîn bi beşdariyeke xurt duh pêk hat. Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê da xuyakirin, ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li Rojhilata Navîn diqewime û got, "Gelek Hêzên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe têkilî şerê li vê herêmê bûne."
Kobanê da xuyakirin, şerê heyî û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dibe ku demekê dewam bike û işaret bi rola Kurdan a di vê têkoşînê de kir.
Zûhat Kobanê da xuyakirin, ku Kurd di nava vî şerî de hem weke hêzeke polîtîk, hem jî hêzeke leşkerî li ber xwe dide û destketiyên xwe diparêze.
Kobanê diyar kir, divê Kurd hemû bi taybetî Kurdên li Ewropayê zanibin ku pêvajoya heyî demeke xetere ye û pêwîstî bi xwedîderketina li destketiyên Kurdan ên li Rojava heye.
Kobanê herî dawî got, "Hêzên Kurdan xurt in û ber bi armanca xwe ve bi rengekî serketî dimeşin."