NÛ BÛ

Tûglûk, Firat û Yaşar hatin binçavkirin

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û Edîp Yaşar hatin binçavkirin.

Li dijî siyasetmedarên di nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi berpirsyarî rabûne, danê vê sibehê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk li Enqereyê hate binçavkirin. Tûglûk wextekê Hevseroka KCD'ê bû.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û endamê berê yê dîwana Kongreya Civaka Demokratîk Edîp Yaşar hatin binçavkirin.

Li aliyê din, li cihê kevn ê KCD'ê yê li mêvanxaneya şaredariyê ya li taxa Ofîsê ya Amedê, polîs lêgerînê dikin.