Li Parîsê civîna gel: AKP wê tevî hevkarên xwe têk biçe
Li Vîllîers Le Belê civîna gel hate lidarxistin. Qiskeran gotin AKP wê tevî hevkarên xwe têk biçe û destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne.
Li Vîllîers Le Belê civîna gel hate lidarxistin. Qiskeran gotin AKP wê tevî hevkarên xwe têk biçe û destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne.
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk civîneke gel organîze kir.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîllîers Le Belê Mehmet Sûbaşi ji sedan kesên beşdarî civînê bûn re axivî. Sûbaşi da xuyakirin, ku gelê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî girîng de ye û berdêlên xwe giran jî be, desketî jî wê mezin be. Sûbaşi got, "Girîng e Kurdistaniyên li Ewropayê bi çalakiyên xurtir pêşwaziya pêvajoyê bikin."
KESER: TÊKOŞÎNA ME YA REWA WÊ BI SER BIKEVE
Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser jî işaret bi zilma AKP'ê kir û got, "Biryara şer ji aliyê Kurdan ve nehatiye girtin, ji aliyê AKP'ê ve hatiye girtin û sedema kaosa heyî ew kes in ku biryara şer girtine. Hewl didin hovîtiya di salên 80 û 90'î de hate kirin hê dijwartir bê kirin û bi vî rengî encam bê bidestxistin. Eger binçavkirin, girtin, zilm, îşkence û komkujiyan heta niha serî li vî gelî netewandibin, ji niha û pê ve jî ev gel wê serî netewîne. Têkoşîna mafdar û rewa ya vî gelê wî bi ser bikeve."
KOBANÊ: GEL WÊ TI CARÎ JI BÎR NEKE Û HESAB BIPIRSE
Siyasetmedarê Kurd Yilmaz Kobanê diyar kir, heta ku Kurd, PKK, YPG tevlî hesaban neyê kirin û siyaset li gorî vê neyê meşandin, nepêkan e ku ti siyaset li Rojhilata Navîn bi ser bikeve. kobanê got, "Serketina Kobanê, pêngava Şengalê, rizgarkirina Minbcê û dorpêçkirina Reqayê îspata vê yekê ye. Dewleta Tirk û hekarê wê PDK îro radibe li ser hev daxuyaniyan dide û dibêje 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê şer bikin'. Madem rewş bi vî rengî ye, wê demê, dema komkujî hate kirin we yê Êzidî di nava komkujiyê de nehiştibûna û nereviyabûna. Ti devereke şehîd lê hatiye dayîn û berdêl lê hatiye dayîn, wê ji kesî re neyê terikandin. Ne Şengal, ne Minbic, ne Kobanê. Ji ber ku ew emanetê şehîdên me ne. Dema ku AKP li nava çirava Rojhilata Navîn têk çû, wê hevkarê wê PDK jî têk biçe. Li Bakur jî ev gel û ewladên leheng wê Şirnex, Nisêbîn, Sûrê ji bîr nekin. Wê lehegên meyên li Cizîrê hatin şewitandin ji bîr neke. Wê hesab bê pirsîn û faşîzma AKP'ê ya bûye belayê serê gelan bê qedandin."
Di civînê de ji bo kampanya 'Xwedîderketina malbatan a li hev' banga tevlîbûnê hate kirin.