Yuksekdag: Ew ê sûcdar bin, em ê jî azad bibin

Yuksekdag got, "Dozên îro li me hatine vekirin wê li dîrokê bê nivîsandin û em ê sûcdar nebin. Em ê li Tirkiyeyê azadiya raman û gotinê bi ser bixînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya 14'ê Sibatê li Îzmîrê di panela "sosyalîst li ser xwerêveberiyê daxivin" de kir, bi îdiaya "propagandana rêxistinê kiriye" derket pêşberî dadgehê. Yuksekdag bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî doza li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bû. 

'EM JI BER HER GOTINÊN XWE BERDELAN DIDIN'

Yuksekdag di parastina xwe de îdia red kir û wiha got: "Axaftina min li ser siyaseta rojane bû. Panela ji bo gel vekirîbû. Li Tirkiyeyê nîqaşkirina siyasetê sûc tê dîtin. Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê di destê desthilatdariya siyasî de ye. Em ji ber ku nikarin bi awayekê azad siyasetê bikin li vir in. Bila li şûna çekan siyaset baxive. Ev gotin ji rastiyekî civakî derketine. Li welatê me yê ku divê demokrasî û gotinan biparêze îxtidar û daraz e. Gotin ji bo mafê siyasetê ye. Lê ji ber ku em gotinên xwe bi kar tînin berdelan didin. Di dîrokê de dozên siyasî hene. Îro ev dozên me jî wê li dîrokê bên nivîsandin û em ê sûcdar nebin. Li Tirkiyeyê em ê azadiya gotin û ramanê bi ser bixînin."

Yuksekdag di parastina xwe de diyar kir, ji ber ku gotinên xwe aniye li ser ziman tê darizandin û wiha berdewam kir: "Karê min siyaset û axaftin e. Di wê panelê de axaftina ku hatiye kirin de ez difikim ku li Cizîr, Sîlopiya û Nisêbînê pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Me hewl da bibêjin ku li wan bajaran tiştê ku diqewime tenê operasyonên siyasî nînin, tiştên din in. Rastiyên wan bajaran îfadeya vê ye. Li wan bajaran kesên bêçek û sivîl mirin. Min got divê girîngiyê bidin siyaseta herêmî û demokrasiyê."

Yuksekdag destnîşan kir ku di operasyonan de mirovên sivîl hatine kuştin, kesên ku hê jî cenazeyên xwe negirtine hene, canezeyê jineke bi awayekê tazî hate teşhîrkirin û wiha got: "Siyaseta li Tirkiyeyê dixwaze vî trajediyê bide jibîrkirin. Em ê vê trajediyê nedin jibîrkirin. Mirovên li wir li dijî şer ji bo li welatê xwe bimîne li ber xwe didin. Malên wan hatin xerakirin jî li ber xwe dan û neterikandin. Me rewşa wan kesan di panelê danî ziman ev tiştekî normal e. Li vir pesndayîna rêxistinê tineye."

'SEROKKOMAR DESTÛRA BINGEHÎN BIN PÊ DIKE'

Yuksekdag di dewama parastina xwe de got, Serokkomar Tayyîp Erdogan destûra bingehîn binpê dike û wiha axivî: "Nenaskirina qanûna bingehîn û li pey sîstema serokdewletiyê çûn serbest e. Serokomar qanûna bingehîn nas nake û dibêje min guherandiye. Lê gotina muxalîfan sûc tê dîtin. Muxalîfên ku hesabê bipnêkirina qanûna bingehîn dipirsin tên darizandin. Li dijî bêdadiyê mafê me yê gotinê heye. Nenaskirina qanûna bingehîn sûc e. Divê ev bê darizandin."

Yuksekdag anî ziman ku dixwaze li dadgehê parastina xwe bike. Di dadgehê de dadger hin beşên îdianameyê xwend û li ser vê yekê Yuksekdag got ku di axaftinên wan de gotinên ku bi kar tînin tên bijartin û bi vî rengî îdianame tên amadekirin. 

DAXWAZA BERAETÊ HAT REDKIRIN

Ji ber sîstema SEGBÎS'ê gelek caran axaftina Yuksakdag hat qutkirin û gotinên wê nehat fêhmkirin. Li ser vê yekê parêzerê Yuksekdag Kamîl Agaoglu got ku mafê muwekîla wê yê parastina hatiye astengkirin û ji ber vê yekê jî xwest muwekîla wê bînin dadgehê. Agaoglu xwest ku dîmenên di îdianameyê de çawa hatine tespîtkirin bê lêkolînkirin û muwakîla wî bê beraetkirin.

Piştî navberê heyetê biryara xwe eşkere kir, daxwaze beraetê red kirin. Doz taloqî 2'ê Adara 2017'an hat kirin.