Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Okatan hat binçavkirin
Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Derya Okatan, di mala malbata xwe ya li Enqereyê de hate binçavkirin.
Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Derya Okatan, di mala malbata xwe ya li Enqereyê de hate binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji ber nûçeyên têkildarî darayi ya Wezîrê Enerjiyê û zavayê Erdogan Berat Albayrak hatibû destpêkirin, Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Derya Okatan hat binçavkirin.
Okatan a ku ji bo ziyareta sersaziyê hatibû mala malbata xwe ya li Enqereyê, hate binçavkirin.
Duh polîsan bi ser mala Okatan a li Stenbolê de girtin.
Rojnamevan Okatan, kordînatoriya weşana gistî ya Radyoya Ozgur a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin dikir.
Duh şev di çarçoveya heman lêpirsînê de Midûrê ajansa DÎHA’yê Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA’yê Metîn Yoksû, Nivîskarê Dîken Tûncay Ogreten û Midûra Karê Nivîsê yê Rojnameya Yolcûlûk Eray Saygin hatibûn binçavkirin.