Midûrê DÎHA'yê Çelîk ê hate binçavkirin şandin Stenbolê

Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk, ku duh li Amedê hatibû binçavkirin, şandin Stenbolê.

Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîclehê (DÎHA) Omer Çelîk, ku duh li Amedê hatibû binçavkirin, şandin Stenbolê. Destûr nayê dayîn ku parêzer xwe bigihînin dosyayê. Lê rojnameya 'Sabah'ê ya nêzî hikûmetê nûçeyek li ser mijarê weşand û diyar kir, rojnamevanên duh li Stenbol û Amedê hatine binçavkirin 'pêwendiya xwe bi RedHack' re hene û 'tîma propagandayê' ye.

Di nûçeya rojnameyê de hat gotin, "Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, têkildarî 9 kesên ku hat tespîtkirin pêwendiya wan bi koma hacker a li derveyî qanûnan RedHack heye, biryara binçavkirin û girtina wan hate dayîn. 5 gumanbar hatin binçavkiri, 3 jî li derveyî welat in. Lêgerîna li gumanbarekî jî dewam dike."

Di çarçoveya operasyonê de Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ku hate girtin Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksû, nûçegihanê Dîkenê Tûnca Ogreten, Berpirsyarê Hesabgiriyê yê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, Midûra Karên Nivîsê ya ETHA'yê Derya Okatan û xwediyê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin hatin binçavkirin.