HDP: Binçavkirina Tûglûk tiştekî gelekî ecêb e
HDP li ber binçavkirina Aysel Tûglûk rabû û bibîr xist, ku Tûglûk parêzera Hevserok û wekîlên girtî ye, ku bi rêk û pêk hevdîtin bi wan re dikir.
HDP li ber binçavkirina Aysel Tûglûk rabû û bibîr xist, ku Tûglûk parêzera Hevserok û wekîlên girtî ye, ku bi rêk û pêk hevdîtin bi wan re dikir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser binçavkirina Aysel Tûglûk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Aysel Tûglûk, ku bi salan têkoşîna hiqûqê û mafên mirovan bêtawîz parast, di operasyona dawî ya desthilatdariyê de roja Duşemê hate binçavkirin. Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya me, ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsyar e, hê jî li TEM a Amedê di binê çavan de ye."
HDP'ê got, "Tûglûk parêzera Hevserok û wekîlên girtî ye, ku bi rêk û pêk hevdîtin bi wan re dikir" û wiha dewam kir: "Aysel Tûglûk li qada siyaseta demokratîk, li Meclîsê û di nava geleke saziyên demokratîk de bi salan ji bo aştî, edalet û wekheviyê têkoşiya. Binçavkirina wê ne tenê ji aliyê hiqûqê ve, ji aliyê demokrasiyê ve jî tiştekî gelekî ecêb e.
Ev nêzîkatiya li miroveke hiqûqnas tê kirin, nîşan dide bê feraseta edaletê ya hikûmetê çiqasî qels e. Lazim e Aysel Tûglûk derhal bê berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê were anîn."